Xwedayê demên pêşîn li van erdan daketine, hemû pêxember li van erdan bi hev ketine. Ma ne ji ber wê yekê ye ku beriya sir û seqema her saleke nû, şerekî girantir, şerekî xirabtir di ser me de tê! Û eva jî êdî li me bûye marîfet, li me bûye edet, li me bûye nalet!.. Naleta erdî me serî xwe bixwe, ji qedera me jî mezintir, ji qedera me jî girantir e.