"ez ji zemanekî dûrî te, dinivîsim bo te.
wisa dûrî xwe. li ber taldeya hezargehê.
min niha pişta xwe daye hezê û lê hêwiriye
hizira çêbûna te. û bedew û xwerû,"
"li çiyayên spî hene belê, min dît çawa mirinê gez dikin
erê, ev e ilmê ciwaniya şerûd, evîndar, dilovan
lûtke ye ev
û koroya bengiyên te bi lavayên rût dibêjin
tu nebî ava me naherike
berfa li dilê me hîç nahele tu nebî."