Şeyma

Êşbêjî
Puan vermedi·64 syf.··
Beğendi
·
2026 90. kitabı
·
18 günde okudu
·
Okunma: 19 Haziran 2026 10:42
Pirtûkeke kurt, şêst rûpelî, çawa dikare hemû êş, elem û kovaniya miletekî raxîne ber çavan? Ya ku edebiyatê watedar û bihêz dike ev e gelo? Nizanim. Yekane tişta dizanim ew e ku gotin sotin e. Welhasil. Segwer (Reyîn), romana Mihemed Mukrî, di sala 2015an da ji weşanxaneya Avestayê derçûye. Pirtûk bi zaravayê Soranî hatiye nivîsandin, Besam Mistefa ew ji bo kurmancîyê wergerandiye. Nivîskarê berhemê, Mihemed Mukrî ji Kerkûkê ye û wextekî pêşmergetî kiriye. Ev berhema wî jî meriv dikare bibêje xwe dispêre jiyana wî ya şoreşgerîyê û belkî jiyana hemû şoreşgeran.. Mihemed Mukrî di heman demê da dostê Mueyed Teyib e û vê berhema xwe pêşkêşî cenabê wî kiriye. Segwer (Reyîn), me dibe nav atmosfereke tarî, nava çar dîwarên zindanê, nava hucreyeke bi qasî quncikekî, li cem şervanekî dîlgirtî, di destên wî da zincîr, hikmê daliqandina wî hatiye danîn, li benda dawîya xwe ye. Demeke dirêj e min pirtûkeke hewqas bi tesîr negirtiye, nexwendiye. Pirr êşiyam. Heyfa canên çûyî. Mehkûmek, reyînek, wê were daliqandin, di wê kêliyê da her carê diçe rojên berê, rojên serî çiyê, rojên li cem hevalan, rojên bi malbatê ra... Şahidiya wan kêliyan ewqas zehmet be gelo jiyîna wê ra çi wêrekî divê? Nivîskarê gewre ew e ku hest û giyanê mirov serobino biket.. Vê pirtûka kurt û kûr rasterast berhema Victor Hugo Bir İdam Mahkûmunun Son Günü anî bîra min. Ew teswîra mekanê, vegotina kêliyan, tevger û fikirînên mehkûmî û biryara îdamê ku ji bo herdu karakteran hatiye dayîn. Ji gelek aliyan va dişibin hevdu. Lê berhema M. Mukrî serkeftîtir bû bi min, axir êşa meriv li ku der bibe, meriv xwe dispêre wir. Di pirtûkê da tişta ku meriv diêşand yek jî têgeha dayikê bû. Dayika wî mehkûmî, dayika hevalên wî, hevdîtinên di zindanan da, girîn û qêrînên wan.. Dayik şahidên
SegwerMihemed Mukrî · Avesta Yayınları · 20156 okunma
Etimoloji Defteri
Mücellit Nedir ?
Hûrgilî 1
Puan vermedi·184 syf.··
Beğendi
·
2026 83. kitabı
·
21 günde okudu
·
Okunma: 26 Mayıs 2026 10:05
"min hest pê kir ku trên dê her tim wek alaveke biyanî û bidestneketî bo me bimîne" (170). Weşanxaneya ciwan Pall Weşan, ji roja ewil ta îro karekî pak û paqij kiriye, gelek berhemên bi qîmet çap kiriye. Li gel çîrok, roman, helbest, rojnivîsk û teoriyê îcar dest bi çapkirina xebatên kolektîf kiriye, di bin navê "Hûrgilî"yê da. Heta niha bi vî awayî du heb berhem çap kirine, edîtorê weşanxaneyê wer tîne ziman ku ew dixwazin ji pirtûkên bi vî rengî koleksîyonekî çêbikin, Trêna li Stasyona Xwe Digere berhema ewil a vê koleksîyonê ye. Ji navê xwe jî diyar e, mijara pirtûkê "trên" e. Ji bo vê xebatê 17 nivîskaran zendên xwe badane, her yekî li ser "trên"ê metneke serkeftî amade kiriye. Nivîs giş ne yek cure ne, teorî heye, bîranîn heye, çîrokên hûnandî hene.. û li gel zaravayê kurmancî, bi zaravayê soranî û zazakî jî du metnan di berhemê da cihê xwe girtine. Bi vî awayî hem ji aliyê naverokê ve hem jî ji aliyê teşeyê ve xebateke têr û tije derketiye holê. Heta çûyîna zanîngehê jî min qet ne trên ne jî rêya hesinî dîtibû. Behsa trênê her tim du tişt dianî bîra min: fîlmên Yilmaz Guney û pirtûka Antranik Dzarugyan. Wekî din wateyeke wê tune bû bo min. Lêbelê vê berhemê wisa kir ku ez bi çavekî din li trênê binêrim, bi awayekî cidî li ser vê alava hesinî û li ser hebûna wê ya li welatê xwe bifikirim. Di destpêka berhemê da em bîranîneke Nûredîn Zaza dixwînin ku ew çawa ji trênê reviyaye. Piştre Rohat Alakom ji me ra behsa xeta trênê ya li Kurdistanê dike ku ji aliyê Skandînaviyan ve hatiye çêkirin. Ev nivîs agahiyên balkêş dide mirov, ji bo min metneke sûdwer bû ya rastî. Nivîsa sêyem jî ya mamoste Serdar Şengul e. Ji ber ku ez mamoste nas dikim û xebatên wî ji nêz ve dişopînim, min bi meraq dest pê kir û bi kêfxweşî qedand metna wî û gelekî jê hez kir. Mamoste Serdar behsa
Trêna li Stasyona Xwe DigereKolektif · Pall Weşan · 202410 okunma
Têkiliyên Navbermedyayî di Edebiyata Kurdî de
Puan vermedi·167 syf.··
2026 57. kitabı
·
6 günde okudu
·
Okunma: 24 Nisan 2026 17:24
Edebiyata kurdî jî wekî her edebiyatê li ber bayê modernîzmê dikeve, ji teknîk û qaîdeyên nû îstifade dike. Ji wan teknîkan yek jî navbermedyayî (Intermediality) ye. Navbermedyayî ew tişt e ku du yan jî ji duduyan zêdetir cureyên cuda yên hunerê, têkilê hev bin, an daxilê qada hevdu bibin. Mînak, di fîlmekî da behsa romanekê, an di pirtûkekê de bikaranîna amûrên sînemayê, bikaranîna mûzîkê, bikaranîna wêneyan û hwd. Ev ji bo hemû qadên hunerê derbasdar e. Di edebiyata kurdî de jî em dibînin ku mînakên navbermedyayî hey diçin zêdetir dibin. Pirtûka Mehmed Uzun, Bîra Qederê, pirtûka Mirad Bayram, Belkî Îşev Binive, dîsa pirtûka Yildiz Çakarê, Gerîneka Guernicayê mînakên herî girîng ên têkiliyên navbermedyayî ne. Ev pirtûka li ber destê me jî yek ji wan mînakan e. Şevhilat. Pirtûka Yaqob Tilermenî. Di 2023an da ji aliyê weşanxaneya LÎSê va hatiye çapkirin. Tilermenî di vê pirtûka xwe da ji cureya wêneyê îstifade kiriye, wek tê zanîn wênesazî û edebiyat du qadên cuda yên hunerê ne. Nivîskar, şeş tabloyên cuda yên Picasso bi kar aniye, pê romana xwe honandiye. Pirtûk ji şeş beşan pêk tê. Di serê her beşê da jî tabloyeke Picasso cih digire. Ev teknîk bê guman edebiyatê û berhema ji vê qadê derketîye bi hêztir dike. Bidestxistineke tevlihev, melez dertê holê ku em ji vê ra dikarin bibêjin alvêra qadên hunerî. Ji terz, uslûb û honandina Yaqob Tilermenî hez dikim. Beriya dest bi vê pirtûkê bikim jî min yeqîn dikir ku ez ê tiştekî pirr xweş bixwînim, lêbelê her çiqas ji aliyê teknîkî va serkeftî be jî, ji aliyê naverok û vegotinê va, pirtûkê ez hêvîşkestî kirim. Ji mijarê heta honandinê, ji karakteran bigire heta dem û mekanê, bi min, berhemeke qels derketiye holê. Min bi heyirîneke neyênî û metelmayî pirtûk bir heta serî. Dikaribû baştir bibûya lê... Xweşbûn û nexweşbûna
ŞevhilatYaqob Tilermeni · Lîs Yayınları · 20232 okunma
Katibê Şêx Seîd: Fehmîyê Bîlal
Puan vermedi·132 syf.··
2026 53. kitabı
·
11 günde okudu
·
Okunma: 19 Nisan 2026 15:48
Belge û çavkaniyên li ser dîroka kurdan, li ser şer, pevçûn, rêxistin û serhildanên kurdan, wekî tê zanîn, kêm in, nîvco ne, bi xeletîyan dagirtî ne û lewra jî yên heyî ji bo ronîkirina rabirdûyê û înşakirina pêşerojê pirr girîng û bi qîmet in. Ev berhema di destê me da jî em dikarin bibêjin belgeyeke dîrokî ye ku di derheqê serhildana Şêx Seîd û bûyerên wê dewrê da agahiyan dide me. Min beriya vê berhemê jî li ser bûyerên wê dewrê çend tişt xwendibûn lê cara ewil bi vê pirtûkê min navê Fehmîyê Bîlal dît, ew nas kir û ji girîngiya kesayeta wî haydar bûm. Gelekî spas dikim bo wî dilsozî ku ev pirtûk gihande ber destê min. Fehmîyê Bîlal, wekî ji navê berhemê jî diyar e, katibê Şêx Seîd e. Di derheqê jiyan û xebatên wî da agahiyên cur bi cur hene ku carna ev agahî hevdu nagirin. Amadekarên berhemê, Amed Tîgrîs û Bakî Kaymak çavkaniyên derheqê Fehmîyê Bîlal da berhev kirine û di bin vê pirtûkê da, dane hev. Fehmîyê Bîlal ji Licê ye û bi gelek navên cuda tê nasîn. Hemû emrê xwe wî di xebat û rêxistinan da bihurandiye. Li gel katibiya Şêx Seîd, ew wek endamê rêxistinan jî xebitiye û ji xeynî xebatên siyasî, di karên cur bi cur da bo debara xwe kar kiriye. Kesên der û dora wî, ji devê wî çi bihîstibin an ji malbata wî çi gotin û tiştên din kom kiribin bi rêya hevpeyvînan anîne ziman. Bi saya jiyana wî, di derheqê serhildana Şêx Seîd da, derheqê Rêxistina Azadî da û derheqê gelek navên cuda da ku em wan îro wek pêşeng û rêber dibînin, agahî û hûrgilîyên bi qîmet digihîjin ber destên me. Ji wan navan çend mînak: Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg, Elî Riza, Fayiq Beg, Mele Evdirrehman, Dr. Fûad, Seyîd Evdilqadir, Ekrem CemîlPaşa, Qedrî CemîlPaşa û hwd. Fehmîyê Bîlal bi awayekî pirr xweş behsa Şêx Seîd kiriye, bi durustî û lehengiya wî piştrast bûye. Ji ber hezkirina wî piştî ku
Fehmiyê BîlalAmed Tigris · Apec Tryck - Förlag · 20192 okunma
Femînîzma Edebî
Puan vermedi·72 syf.··
2026 46. kitabı
·
15 günde okudu
·
Okunma: 08 Nisan 2026 12:36
Lorîn S. Dogan, di sala 1975an de li Nisêbînê hatiye dinyayê. Ew, yek ji wan çîroknûsên edebiyata kurdî ye; Serê Sibê pirtûka wê ya çaran (2024) e. Her sê pirtûkên wê yên din, Kirasê Teng (2007), Destên Vala (2012) û Sindoqa Girtî (2020) bi temamî ji çîrokan pêk tên. Lewra di edebiyata kurdî de dema behsa çîroknûsiyê tê kirin, li gel Hesenê Metê, Lorîn S. Dogan tê bîra min. Herçî ji çîrokan, ji çîrokên modern hez dikin teqez divê ji mêweya berhemên van herdu çîroknûsan tehm bikin. Ji ber ku min her sê berhemên wê yên din xwendine, ez bi rehetî dikarim li ser vê berhema wê hûr bibim, vê berhemê bi yên din ra muqayese bikim û behsa guherîna şêwaza Lorîn Xanimê bikim. Serê Sibê, ji 17 çîrokên kurt pêk tê û li ser hev 71 rûpel e. Pertûkeke tenik û herikbar e. Temaya çîrokan bi gelemperî wiha ye: jinbûn, têkiliyên jin û mêran, têgeha malbatê, hestên nuxamtî, tevgerên veşartî, eşq, gihîştin, veqetîn û hwd. Li gorî berhemên wê yên din, di vê berhema xwe da em dibînin ku nivîskara me bêtir bi nêrîn û helwesteke femînîst nivîsiye. Her çîrokeke vê pirtûkê di esasê xwe da rexneyek e bo civaka heyî û normên diyarkirî. Ango pirsgirêkên ji ber nasnameya zayendî zêdetir xwe didin nîşandan. Di berhemên beriya vê da, em dibûn şahidê pirsgirêkên ji ber nasnameya neteweyî jî. Bûyera komkujiya Helebçê ku ew di dîroka kurdan da û di hafizaya kolektîf da xwediyê cihekî girîng e, yek ji wan mijarên çîrokan bû. Wekî din dîsa helbet têkiliyên malbatî û têgehên wek jin û dayik jî bibûn mijarên sereke yên çîrokên Lorîn Xanimê. Di vê berhema wê de, çîroka ewil Serê Sibê ku navê xwe daye pirtûkê jî, bi metafora xwînê dest pê dike. Di heman demê da mijara çîrokê jî xwe dispêre rastî û qaîdeyên civaka kurd, di derheqê normên vê civakê de hin agahiyan dide xwîner. Dema min ev çîrok xwend yekser
Serê SibêLorîn S. Doğan · Avesta Yayınları · 20247 okunma