+
Şêx di mala xwe de jî destgeheke baş danîbû. Di odeya Şêx de nêzîkî deh mînderan raxistî bûn. Her mînderek bi rengekî û her reng bi maneya tiştekî bû. Çaxa mirîdek, an jî kesekî din bihata mala Şêx û em bibêjin bi xwe re mîyek bianîya, micewiran, ew mêvan li ser mîndera şîn dida rûniştin. Şêx derhal berê xwe dida mêvan û digot:
- Mîya xwe bibe malê, kurê min. Zarokên te guneh in lawo. Piştî van gotinên Şêx, piştî vê kerametê, mêvan xwe diavêt ser dest û pîyên Şêx Evdilhekîm û digirîya. Ew mêvan êdî mirîd bû. Hem jî dibû mirîdekî serhişk û dima...
" Ne hewce bû ku tu biçûya dûr, dêya te, belengazê, tu peyvên tirkî nizanîbûn û camêr digot kurd tunene. Weke ku bibêje ro tuneye, heyv, stêrk tunene. Çawan gelek dihate înkarkirin?.. "
Min dî xwedayek,çar xwedawend û garana ferîşteyan ji te re secde dikir
Min dî sed û bîst û çar hezar pêxember li ber pûtxana te tewafa rana te dikir
Min dî evîndarek dilbirîn destê xwe vekiribû ji te dua dikir
Digot ya îlah min bi bendeyî qebûl bike