"... ba, çawa xwe berdida newalên min û te, bîst sal berê
tu şêxekî ji kaxizê çekirî û ez ji çar simên bengîn
şeşzînî bûm, naşît bûm, min digot wê roj li me hilbê
ku îro ba tê ji aliyê sêdara te ve û ez dûr ji hevrazan..."
wê rojê
jînê gulîyên xwe kur kiribûn
şîn digerand
min teze ris diristin radiçandin ji bejna xwe û te re
te digot hela bisekine
hina sar nebûye qedeha çaya me ya oxirê
Niha bala Stî Şevîn ketibû çend xwendekarên dibistanê. Ew ê biçûna li dibistanê fêrî perwerdeya Kemalîst a pozîtîvîst bibûna. Stî Şevîn pirtûkên wê yên dibistanê hatin bîra wê: Dersa fen û metematîkê, rûpela ewil, wêneyê Mistefa Kemal û bangawaziya wî ya ji bo ciwanan: "hêza ku tu muhtacî wê yî di xwîna te ya esîl de ye..." Ev çawa perwerdehî bû, çawa fen û matematîk bû, hişê Stî Şevîn nedibirî. Kî bîra ku "xwîna esîl" û fen û matematîk?! Stî Şevîn bi keser digot, "dû re em ecêbmayî dimînin bê gel çawa dibe yekperest, nijandperest û cahil?!"
(…)
Zînê got: “Lolo, Memo, dilê min bi kul û bi jan e.
Madem ku tu guh nadî gotinên merivane
Ji berê da, xelkê kêmanî xistine derê me jinane,
Dibêjin: “Jin parsiya kêm in û rûreşiya dê û bavane.”
Were destê xwe bavêje destê min û min çek ke ser pişta Bozê
Rewane,
Berê xwe bide welatê xwe, bajarê Mixribiyane,
Bila heywan me her duyan bibe,
Bûye meselok di nava kurdan
“ Kûzê ji axê nagre ava zêr,
Cendekê pisîk navê serê şêr”.
Mîrekî kurdan xwedî nav û deng
Bi xwedî dikir şêrekî çeleng
Li ber dilê mîr gelek xoşewîst
şêr jî hezdikir ji xudanê xwe
Sipartibû wî dil û canê xwe
Carekê da pê kovîkî sitûr
Di tirang de ket nav gelîkî kûr
Pîjekî pir tûj qefsing jê kun kir
Dilê şêr hingavt di