“Te digot ez jan im .Ka , ka kenê te“ “Sen diyordun ben yarayım .Hani , hani gülüşlerin”🖤🔥
Reklam
Dîya min digot dest bi mêjê bike, qurana xwe bixwîne û destên xwe ji Xwedê ra veke bi sonda qesemê tu tiştekî te namîne.
* Yekî digot "jiyan tê vê wateyê: bawerî û hêvî kirin" Yekî din digot "jiyan şer e" Ez jî dibêm jiyan jehr û ziqûm e carinan Û Carinan jî wekî kenê te yî zarokatî ye.
wê rojê jînê gulîyên xwe kur kiribûn şîn digerand min teze ris diristin radiçandin ji bejna xwe û te re te digot hela bisekine hina sar nebûye qedeha çaya me ya oxirê
Destana Memê Alan
(…) Zînê got: “Lolo, Memo, dilê min bi kul û bi jan e. Madem ku tu guh nadî gotinên merivane Ji berê da, xelkê kêmanî xistine derê me jinane, Dibêjin: “Jin parsiya kêm in û rûreşiya dê û bavane.” Were destê xwe bavêje destê min û min çek ke ser pişta Bozê Rewane, Berê xwe bide welatê xwe, bajarê Mixribiyane, Bila heywan me her duyan bibe,
Reklam
Serê Şer
Bûye meselok di nava kurdan “ Kûzê ji axê nagre ava zêr, Cendekê pisîk navê serê şêr”. Mîrekî kurdan xwedî nav û deng Bi xwedî dikir şêrekî çeleng Li ber dilê mîr gelek xoşewîst şêr jî hezdikir ji xudanê xwe Sipartibû wî dil û canê xwe Carekê da pê kovîkî sitûr Di tirang de ket nav gelîkî kûr Pîjekî pir tûj qefsing jê kun kir Dilê şêr hingavt di
Kerê Dengbêj
Dibêjin li nav şêrwan hebû yekî bazirgan. Wî hebûn hêştir û ker, tev bi hawid û semer. Ji wan dudo bûbûn jar. Nema bi wan dibû kar.
Gurê pîr
Dibên li nav Xidirsor, di binhêla Kawê jor, gurek bûbû pîr û jar. Pê nedibûn raw û kar. Dît gurekî pişt hêşîn, şeng û oflaz û narîn.
Bersiva Hoşeng
Hoşeng! Roniya çavê min, Pandiyê navê min, Hêviya min a pêşîn, Di nav pêrêyên jîn, Divêm çend peyvan li gel te bikim. Bê qirên û deng
Reklam
Azadîya Kerê
Nêrîkî kovî hilmeştî û şeng, Hate wî pêjna zirîna kerê, Dixwest bizane ka kî dizirî, Hew dît kerê reş dike qoreqor, Li ser pişta wî kurtanê kevnar, Di histû zengil, di serî hefsar, Hate nik kovî gelek sergiran, Digote kovî : “ tu çi teba yî ? Bêkes li çolan wa serberda yî, Bo çi bernadî van rêl û govan, Were te bibim nava mirovan, Ne heyfe holê bê
keştiyek nema ku min ne sota piştî berê xwe da rojavayê min agir bi hemî welatan xist xweliya wan jî da ber bayê ji derve firehtir hundirek hebû ku bi tu herf û gotinan nayê dilê min teyrek bû tim bask lê dida min digot di tu welatan hilnayê hat li dilê te ew bû penaber kir hêlina xwe û jê dernayê
"Bi ramûsanên êvarî re, êşên min meşîyan û ê ku di bextê te de, ji agirê xwe şanaz, ez im." Min ê, di destên her demsalan de sirûda payîza te li xwe kira Li kolanên qebraxên ku her kêfxweşîyên me li nexweşîyekê mar dikir Lê ez wekî dînekî ku doxîna wî vekirî û bêxem xwezî karîbûma bimeşîyama bihatama û tenê ji birçîbûna zikê xwe re
415 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.