HELEBÇE
em bi hevre mirin mirovno! pênc hezar însan ne şînahiya esmanan ne xweşikbûna kûlîlkan herikîna çem û robaran û ne jî berbangên awaz çivîk xema me ne êdî. stranên me yên evînî rawestiyan lê negerin
Û Evdal digot, Gulê, tu were, em herin mala me ye, Ji te re daynim balgih-doşegê çi dare ye, Her kî xelkê got, "îkrama Gulê ji te re çi ye?" Ez ê bêjim, "îkrama Gulê ji serê heft bavê min zêde ye." Gulê li bin gotin u gisên Evdal nedima û hema lê vedigerand, Evdal çavê min reş e, bela ne, Min rojê heft caran bi kilê sibhanê kil dane, Lê heft dengbejê mina te, ji bo min jinên xwe berdane. Evdal, dîsan, davête serê, Gulê, mehrûmê, hatime Xamûrê, defê nav dawetê, Gula Xamûrê xemilî bû, ketibû ser govendê, Dilê min Evdalê Xwedê çiqas ketê. Bêyî ku Gulê bisekine û li gotinên Evdal guhdarî bike, wê hema gotina xwe digot, Evdal, mehrûmo, ji erdê mîrê te Tahar Xanê heta vira, Xwîna sor neqitî ser keviran, De tu were ji min re bêje "xwişkê", Ez bêjim, "lo, bira..."
Sayfa 33
Reklam

Şirnex
Birîneke kevnar e Şirnex; xwîn jê diçe, Gul vedike tam li nîveka vê çîroka nûjen, ‏Rûdinişt li hewşê, li hember Cudî ‏Kilam digot û birînên xwe dikewand Diya min, bavê min, ‏Stêrka qurix bû li lûtkeyên mêrxasiyê ‏Hêrsa xwe li titûne werdikir ‏Kovaniya xwe dişûşt li ser kilamê min ‏Li vî bajarê bextreş û bejnçiya ‏Destê xwe dirêjî kaniyên heyatê
Hêvî; dema yekê digot "bi xatirê te" ji nû ve dest pê dikir.
Reklam
Li Rihayê hevalekî min heye û bavê wî miriye (ji ber lehiyê) û helbesta bavê xwe ya dawî ji min re şand Te digot ez gul im Ka bêhna te Te digot ez dar im Ka sîya te Te digot ez çîya me Ka berfa te Te digot ez dost im Ka pirsa te Ew helbesta li vir bimîne. Xwedê rehma xwe lê bike.
Jineka Qehreman: Besra Xanim
Ka werin ez ji we re qala jineka Kurd bikim. Sal 1930. Serhildana Agiriyê ber bi dawiyê diçe. Piştî têkçûyîna Serhildana Agiriyê; Ferzende Beg, Asya Xanim(Dayîka Ferzende), Besra Xanim(Jina Ferzende), Elfesya(Lawê Ferzende) û çend kesên din ji Bazîdê derbasî Îranê dibin. Di rê da hember leşkerên Îranê şer dikin û Ferzende Beg bi 2 gulan birîndar
420 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.