Jin

Jin
@vejin_
28 okur puanı
Ocak 2024 tarihinde katıldı
Li ezmanan bi hezaran stêrk dibiriqîn. Wek ku mirov bi civakeke nayê fêmkirin re bi tenê ma be. Hemû mirov di xew de bûn serdevkî, li ser piştê, bêdeng.
Sayfa 28 - Avesta
Kurdî
Reklam
Payîza Derengî
Poşmanî girantir e ji hemû keviran.
Sayfa 13 - Avesta
Kurdî
ka bê çima, dema xweşikayiya dinyayê berçav dibe û hema dû re ber bi windabûnê ve diçe...
Sayfa 20 - Avesta
Kurdî
Tayê şewk di nav rengvedan û hêşînayiyan de, xulek li pey xulekan, geh bi vir geh bi wir de lewlibî, bi avê re hil bû û bin av bû heta ku hûn bi wê kişkişandinê dizanin fikreki devê şêwk aliqî: paşê bi hişyarî min ew kişand û bi baldarî li erdê dirêj kir. Heywax, wisa li ser giya dirêjkirî, fikra min çi piçûk, çi netişt xuya bû; wek masiyekî ku masîvanekî karzan dîsa biavêje nav avê da ku goşt bigire û rojekê bibe masiyekî hêjayî pijandin û xwarinê.
Sayfa 9 - Avesta
Kurdî
10/10
·336 syf.·
2024 10. kitabı
Naskirineke derengmayî ...... Min Qurana xwe dît :)) Furuğ Ferruhzad Baweriyê Bînin Em Bi Destpêka Demsala Sar vegere bi min re vegere bi min re vegere ser destpêka cism ser hêlîna bêhndar a yek avikê ser lehzeya ku ji te afirîm vegere bi min re ez nîvco mamê ji te aniha kevok ser lûtkeyên memikên min bask vedidin aniha li nav qozeya lêvên min perperokên ramûsanê diponijin ser fikra fîrarê aniha mihraba laşê min amade ye bo sicdeya evînê bihêle di penageha şevê de ducanî bim ji heyvê bihêle da tijî bim bi dilopên piçûk ên baranê bi qelbên hîn negihîştine kamiliyê bihêle da tijî bim belki evîna min bibe dergûş bo welidîna Îsayekî din
Baweriyê Bînin Em Bi Destpêka Demsala SarFuruğ Ferruhzad · Avesta Yayınları · 202115 okunma