Jin

Di Siya Evînek Wenda
Mehmed Uzun Çavên wî; Li ser riya bihuştê du derî...
Mehmed Uzun
📚🔔 Tatil zili çaldı! Bir yıl boyunca verilen emeklerin ardından şimdi dinlenme, keşfetme ve yeni maceralara atılma zamanı. 🌞 Bu yaz bol kahkahalı, bol anılı ve elbette bol kitaplı geçsin. Tüm öğrencilere keyifli tatiller diliyoruz! 💙📖
Carînan mirov ji eslê xwe dûr dikeve .
Kurdî
Eva demsalake din e ji min serî hildide demsalek e sar û bi şewa dengek ji hinavê min dest bi hewar û qîjînê dike bila vê carê ji avê dest pê bikim belko baran tilsima vê leylana min bişkîne ev demsal di nava ziwabûna xwe de zeniqiye Ji giyanê min henasa mirinê dilop dike û ez sema dikim yek... du... sê... yek... du... sê... Ez û leylan dest bi dest sema dikin û asoyek bi rê ve tê ne sor e... ne kesk e ne zer e... ne spî Demsalek din dest pê dike
Kurdî
Bilbilê Min
Ey bilbilê dilşadî hela, wer bike fîxan Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e Gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can Dengê te ye xweştir, ji mey û nay û bilûrê Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye Hawê sisîya ji bihna şemamok û gula ye Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e Seyda Seydayê Tîrêj
#Taybet
Ji bo hemû jinên kurd û dinyayê bi van hingilan min çend zik zarok xwedî kirin, bi van destan min hesp av dan min dan kutan bi dehan bedl nivîn girêdan lê xistin bi sedan tenûr nan pê têrkirin şervan, baran, stran... Ez “Taybet” im biqasî ku defn nebim, ez “Taybet” im biqasî ku laşê min li kuçeyên Kurdistanê wek peykerekî goştî bê çikilandin, ez “Taybet” im biqasî ku bi bêhna cendekê xwe, hemû kûçikên bajêr ji ser hişê wan bibim ez “Taybet” im biqasî ku li Botan werim kuştin. min biskin hene, hinne hinne Lê Antîgone, Antîgone! gorreke nizm besî min e qet ne xem e ku tune be ez xwişka te me min û birê xwe di yek gorrê de defn bike min ne şîn e, ne Yasîn e min ne dua, ne azaye lê pepûkê Antîgone wan tu bi saxî binax kiribûyî gorr ne heqê te, heqê min e
Kurdî