Te hêlîna xwe li ser dara since danîye
Li bajarekî wêran,
Li ber dilopên baranê
Tenê teyisandina çirûskên ronikan
Ew kuçeyên flû
Û
Ew mirovên bîyan, di tarîyê de li xwe digerin
Ji hêlîna te bê hay.
Û tu ji hêlîna xwe difirî,
li pere ezmanên çavên wan datînî.
-Stirî,fêda wan tune.Ew tenê neduristî û pîsîtiya gulan didin xuya kirin!
- Çi!
Pêşî ew hinekî bêdeng bû û paşê wî bi qehr û kîn ji min re got:
-Ez ji te bawer nakim! Gul qels in. Ew kawik û sade ne, li gor tewanên xwe dilê xwe bi xwe xurt dikin. Di baweriya wan de ku ew bi wan stiriyên xwe dikarin her kesî ji xwe bitirsînin...
Gava ku mijar zarok bin mirov ji bo wan ci jî bike ter nake, ku ev zarok
zarokên kurdan bin ev girîngtir dibe. Zarokên kurdan zaroktiya xwe najîn,
di nava ser û pevçûnê de mezin dibin. Zarokên kurdan wekî zarokên
dinyayê najîn.
Zarokên kurdan wekî kulîlkên ber devên kaniyên avzelal in, le ji wê ava
zelal têr avê venaxwin. Zarokên kurdan tî û birçiyê aştiyê, azadiyê, xweşiyê,
dilşadiyê ne. Zarokên kurdan bi hesreta lîstikên zarokane, yen bi muzîk û
şahiyê ne.
Osman Baydemir
ŞER E, ŞÎN E, ŞAHÎYE... ew êdî Xwedê dizane bê çiye, lê ez nizanim. Ez nizanim bê li kuderê ye jî. Hawirdor tîr û mîna reşkonekî kurmanciyê tarî ye. Agirekî bi revî, agirekî bi rengên fodilî li binê vî reşkonî bilind hildikişe û li ser sûretê sofîyekî datê. Sofîyekî ji herdu çavên xwe kwîr, di vê tariyê de û li pêş vî agirê pîrozwer çog dane erdê û li ber defa sîngê xwe elbaneyekê tilî dike. Bi eşq û hunereke welê diricifîne ku meriv dibêje qey bi agir re ketiye şer û qayîşê, meriv dibêje qey agirperestekî dema Medan e û bi agir re digirî, dilorîne û bi agir re direqise. Bi vê ricifîna elbaneyê re şingeşingeke îlahî bi wan hemû xelekên hundirê qasnaxê elbaneyê dikeve, ji navê û berjor ew jî xwe pê re ba dike û reşiyên li dora şahra serê wî di ser hev de pêl didin.
Tu ço dixwî; çoxwarina te dibe merxasiya newêrekiya wan.
Tu koçber dibî; koçberiya te dibe "kirêcitiya” di xaniyê wan.
Tu di zîndanan de radizî; salên li te birî dibin azadiya wan.
Tu ji mêlakê dimrî; giriyê te dibe bîhnferehiya wan..."