Ji min re bêje, Kevokên spî e wê kengê werin welatê me? Kengê mizgîniyê bînin deşt û çiyayên me?
Reklam
Mem Ararat
Difûre hilma tavê Vedixwîne zozanan Kulîlk e taca serê te yarê Û keskesora li pey baranan Gewza havîneke zer Li banê welatê Meda Şadibe bi pitikekê Koçerim di wê rêyê da Dikewînim brîna xwe Bi xweliya kevnebajaran Xunaviya li Zêrzewanê Bû gol li qada Amîda Dahatûya tefandî Tov weşand li çar hawîran Di paşla min de şitlek berû Min spart axa girê şêra Ji wê ye kenê tebaxê Di xewlaneke zîz de me Hindik mayê bimeşim Maçek bidim wê yarê
Ez bêriya welatê xwe dikim lê welatêmin min nas nake...
çiroka kûçikên birçî bê welat jî mirov dikare bijî mîna kûçikan mîna kûçikên bêxwedî jî dinya welatê min e mirov dikare bêje mîna utopîstan mîna kuçikên utopîst lê dema ku tu di ber kê re derbas bibî pehîna xwe li te bide biçî ku, herkes kûçikê xwe berra te bide him tukes bêxwedîtiya te qebûl neke him jî tukes li te xwedî dernekeve û li seranserî cîhanê hestiyên berateyeke bêxwedî jî tune be ku tu bikojî wê demê belkî xwediyek û welatek ji te re lazim be ji bo ku tu kûçiktiya xwe bijî!
1,000 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.