Ey welat im can bi gorî gazina te j` min nebî
Tu dizanî bi şev û rojan ez xemxwarê teme
Rêz û neqşê xameya min navê tey şêrîn û xweş
Her wekî bilbil dinalim ez pesindarê teme 🌺
Mirina Egîdekî ( Mehmed Uzun )
Haya min ji vê pirtûka helbesta Mehmet Uzun tinebû, lê a rastî jî xwe pirtukên wî romana jî bi zimanekî helbestvane hatine nivîsîn. Lê dîsa jî min meraq kir û min xwest vê pirtûkê, ji pirtûka kurdî. Spasîyên xwe ji wan Ra dişînim. Zehf ehlê karê xune. (Pirtûkên wa xweşik, sparîş zu tên...)
Di vê pirtûka helbesta de
Bilûra min,
Dengê xwe berde!
Dinya, mîna zarokekî berşîr,
Ket dergûşa xwe;
Dengê xwe berde, bilûra min,
Û jê re bilorîne,
Xema wê birevîne!
Bilûra min tu î.
Xemrevîna terkeserên dinyayê;
Û li rohelatî
Dema ko dinya hişyar dibe
Ji xew radibe
Ji me re
Strana azadî û serbestiya
Kurdistanê
Binehwirîne,
Û dengê wê stranê, bila,
Mîna tîrêjên rojê ên pak û zêrîn
Bikeve nav dil û guhên me.
Bilûra min,
Tu î xemrevîna dilketiyên welat.
Celadet Elî Bedîrxan
Ez ê di vê lêkolîna xu de pênç hev jêgiranê( alıntı) helbestên pirtûkê parve bikim û li ser van jêgiranê pênç hev helbesta biaxivim.
Wekî ku em tev Kurd birçîyê azadîyê, serxwebûnê û hesreta dewletkîne helbestvan û nivîskarê me jî birçîyê azadîye û dewletkîne.
Min kîjan pirtûka nivîskarê Kurd xwendibe, berî evînê, berî hezkirinê yanê berî her