Di romanê de zalimî, zilm û zordariya yuzbaşî Elî Barûd tê qal kirin. Bapîrê min jî tim behsa vî fermandarê Tirk ê zalim û xwînxwar dikir ku çawa li navçeya Licê li xelkê zilm kiribû. Vebêjê romanê ji bo yuzbaşiyê artêşê weha dibêje: "bi serpiriştiya qumandarên zalim sosretek e ku hatiye serê gel. Yuzbaşî Tahsîn, bînbaşî Elî Barûd, bînbaşî Elî Heyder, Kemalê Dîn, Fikretê Bêeqil, Mistefa Muglalî gelek qumandarên wekî wan, jin û zarokên xwe li welat hiştine, hatine xerakirina welatê Kurdan.
Li dora Licê heta nêzî bajarokê Pîranê navê bînbaşî Elî Barûd ji ser zimanan danakeve, her kes behsa wî û zalimiya wî dike... bi ser gundan de digire, avahiyan dişewitîne, sewalan dişewitîne, kesên ku zeft dike gulebaran dike yan jî bi qesetûreyan dikuje... kesên ku dikuje wan jî dişewitîne, gelek caran însanan bi saxî diaxêje nav agir...
Min qet ji te nexwast tu were lê tu hatî.
Jixwe tu hatî dilê min şewitî û tu çûyî
Ez dibêjim alîkarî.
Niha were,
were binêre ez çawa me,
ev dilê rezîl çawa di bin barê evînê de hatiye perçiqandin.
Ev karê te ye, şerm neke,
wekî xortekî bêje,
kê li vê dinyayê bi qasî min ji te hez kir?
Ez ji te re bûm welat,le tu ji min re bû dijmin.
Ji min re bêje... bêje,
kî dikare wekî min barê te hilgire?
Tu felsefeya bê xîlav,
zanyariya bê guman,
hûnera destê kedkar,
wêneyê bi heft rengî,
strana çil meqaman,
dûrîka heftê û du qewim,
bereketa herdu çem
awaza sê ziman,
Wekî wan salên berê bû
Rengê berfê reş û tarî
Ya ku li ser bajarên berxwedêr
Û nifşê şehîd
Bêrehm bêrehm dibarî
Xuyabû, tofan bû ya ku radibû
Lê sûretê azadiyê li ber çava
Zexm vekiriye çavên xwe stêrka gelawêj
Di rojên gewrindera serê bajarê silêmaniyê
Tofên jiyana şehîdan dixûyê li her derê
Xak tepisi ye bi hestên dilên serhildêr
Nêz bûye qulincên roja nû di Berbanga vejîna gelê min de
Govend e semawend e her çar pariyê warê min
Êdi dem hatiye
Diqelişe xaq mîna volqanekî bêsebir, bihêz û germ
Şîn dibe evînek li
Navê te yek peyv bû li ser zimanê min dema min bilêv dikir çiya û gelî şa dibûn çem û robar diherikîn kulîlk vedibûn û çûkên koçber digihtin welatê azad…
De rabe dayika min rabe
Xewn û xeyalan şiyar be
Min rêwî bike
Hêstra ro neke
Dilê xwe teng neke Lê dayika min .
De here kurêm tu here
Dilê min kul û keser e
Welat bin dest e
Fikrê me heps e
Şoreş pêwîst e Here lawo
Hozan Dino (ez diçim)