Feleka bêbext şikand darê min
Nema kes rûnişt li ber arê min
Ji du hezar sal heya bi îro
Azadî nema di nav warê min
Zorkerên bêbav bi fend û xapan
Di ber hev xistin dost û yarê min
Qenc û çakên min tev dane kuştin
Qelandin rêça karguzarên min
Serek û rêber di welêt neman
Li erdê hiştin koç û barê min
Ji hev perçe bû Kurdistana gewr
Ket nava destê çar neyarên min