Laş dimire, lê giyan û fikir, ew jî dimirin?
Hesret, xeyal, hezkirin gelo ew jî dimirin?
Ji laşên me hin hestiyên şikandî mane
Lê fikrên me, xeyalên me, bêrî û hezkirinên me hêjî dijîn li der û dora we ne.
Li çîyayan, gund û bajar û zindanan, her zêde jî di dilê we de ne!...