Herdu çavên te di mijek xemgîniya tenik de
Winda dibin
Wek deryayekê êvar destê xwe di ser re dibe
Tê de ye germiya zivistanê
Û lerizandina payizê
Mirin, zayîn, tarîtî, ronahî
Kela girî şiyar dibe di giyanê min de
Û kêfek hovane ezman hembêz dike
Weke kêfa zarokekî ji hîvê bitirse