Silav hevalno:)
Îro min xwest pirtûkekî Kurdî we re bidim naskirin.
Sîndîrellaya Tirkan heye û we got qey Sîndîrellaya Kurdan tune ye, Sîndîrellaya me Kurdan jî heye bêguman û navê wê jî Fatfatîlok e. Fatfatîlok keçeke kêfxweş û bextewar e. Lê rojekê diya wê nexweş dikeve û dimire. Bavê Fatfatîlok dizevice. Jinbava wê nebes be tew ser de jî du keçên wê heye. Hun dizanin xwe jinbav û keçên xwe çi tênin serê Fatfatîlok ne hewce ye ji we re qala vê çîrokê bikim...
Li pirtûkê çîroka Fatfatîlok ê pêvtir bîst hep çîrokên din hene. Yek yekê xweştir e. Yek me dikendîne, yek me xemgîn dike, yek me dibe salên hizar û nizanim çi... Her çîrokek ger em şîretek bigre. Miheqeq ger ev pirtûk mala we hebe û li ger hun van şevên dirêj de her roj yekê malbata xwe re bixwînin; bi hev re bikenin û bi hev re bifikirin ser çîrokan. Rastî jî ew ê zarokên me dîrok û çanda xwe bi gohdar kirina çîrokan dest pê bike. Em çawa çîrokên dê û bavê xwe, kal û pîrikê xwe mezin bûn ez dibêjim ev heqê wane jî, wan li vê heqa mehrûm nekin.
Li vê pirtûka Bedredînê Wanî û Necmettîn Keve du birayên hev du sala nivîsandî ye û çi baş kirîne... Xwe çîrok xweş in lê çîrokên Kurdî ên ha xweş in. Ez peyvên xwe dirêj nekim û serê we neêşînim. Nû fêrî nivîsandina zimanê xwe dibim ji ber ku xetayê min nedîtiye danîn xêra xwe:)
Bi xweşî bimînin û mal dernekevin...
Ev pirtûka min a yekem e, ev pirtûk min û kekê xwe Necmedîn bi hevre amade kir. Di pirtûkê de 21 yek çîrokên gelêrî hene, hinek kurt hinek dirêjin. Fatfatilok jî çîroka herî xweşik e, navê xwe jî bo wê bûye navê pirtûkê. Ez benda xwendin û şîroveyê we me