Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Bîlal Caban

Bîlal CabanDîcle Diherike Dilê Min yazarı
Yazar
10.0/10
1 Kişi
2
Okunma
0
Beğeni
283
Görüntülenme

Bîlal Caban Gönderileri

Bîlal Caban kitaplarını, Bîlal Caban sözleri ve alıntılarını, Bîlal Caban yazarlarını, Bîlal Caban yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Pêxember dibêje "Ew însanê ku eslê xwe înkar bike ne ji me ye".
Sayfa 206 - NûbiharKitabı okudu
Ew însanê ku evîn venexwaribe ma dikare li hemberî van îmtihanan li ber xwe bide?! Hemû enerjîya hundirê însan bawerî û eşq e.
Sayfa 173 - NûbiharKitabı okudu
Reklam
Dinya nesikine jî gerek însan demekê jiyana xwe bide sekinandin û ji jiyana xwe peya be li cihekî talde bisekine,bifikire xwe aram bike, dîsan li jiyanê siwar be û here.
Sayfa 158 - NûbiharKitabı okudu
Ew insanên ku hundirê xwe vala bihêle û bi dîrok û wêje û erdnîgariya xwe tije neke her daîm pergal wêkî av cihekî vala tê de dibîne û di wir de dikeve hundirê wî.
Sayfa 134 - NûbiharKitabı okudu
Dil diçike dema dildarê dibîne. Ferat ber bi Dîcleyê diherikî û êdî kesî nikarîbû serî bigirta. Ezê destnimêja evînê hildim Sond bixwim bi sonda qesemê Riyên hemû pîroz derbas bim Li ber banga sebra sibihê Di bêhna bayekî sivik de Hez dikim Tewaf bikim Kebeya dilê te Ku tu min qebûl nekî delalî Ezê pêxemberê evînê bikim Navbera xwe û te û
Sayfa 132 - NûbiharKitabı okudu
"Hadê min ji ceneta dilê xwe biavêje Ezê te di erefata dilê xwe de bibînim."
Sayfa 132 - NûbiharKitabı okudu
Reklam
"însan ku ji yekî hez bike, wê çaxê însan wê ji jiyanê jî hez bike"dibêje Şems. Wexta Mewlane bersiva wî dide, dibêje"Tu kaniyekî çawanî Şems? Ez te çiqas vedixwim ewqas tî dibim.Tu agirekî çawan î ey Şems? Ez çiqas dişewitim ewqas hênik dibim. Tu jî ji goşt û hestî însanek î, lê hemû mirovahî di dilê te de ye." Şems wexta tê ziman "An ez zû hatim an jî tu pir dereng hat ketî ji bo wislatê."Eşq tiştekî wiha ye û dem û wext jê re tuneye.
Sayfa 131 - NûbiharKitabı okudu
Tu wekî agirekî di bedena min de,çirûrêsken te rê rawî dilê min dikin, bibêje tu li kuyî ez werim ba te ? Cihê xwe bibêje ji min re,min nîv emirê xwe vala derbas kir,bixwaze ji min ez nîvê din bixim bin emirê te. Heke ku têra te nake ez emirekî ji Xwedê deyn bistînim..
Sayfa 130 - NûbiharKitabı okudu
Vê axê pir xwîn xwar û pir xwîn rijiya vî erdî. Ne însan ji xwînrijandinê têr bûn ne jî ax ji xwînê têr bû. Dem û dewran guherî lê ev zagona vî welatî neguherî..
Sayfa 125 - NûbiharKitabı okudu
Ezê pirsa te ligel pirsê bersivînim. Gelo çima Kurd di sala 1915'an de bi tirkan re li Çeneqeleyê dikevin şer, komarê damezirînin û sala 1925'an de serî hildidin? Desthilatdarên tirk ku li rojhilat digerin beriya cenga Çeneqeleyê dibêjin "Kurd li ku zêde bin wê ji wan re muxtarîyet çêbe, hem li vî welatî tê gotin hem jî xelîfetî hebû û ew dikare neteweyan bi hev girê bide. Di dema zorê de ev peymenan ku hatin dayîn, piştî şer hatin piştguhkirin. Heta li Lozanê îsmet înonu dibêje"Em li ser navê Kurd û Tirkan li vir in." Heta meclîsa ewil,hinek parlementer bi cil û bergên Kurdan tên meclîsê. Wexta dewlet tê damezrandin û xelîfetî radibe, êdî hewceya wan bi Kurdan namîne û dibêjin "Kurd tune ne, Kurdistan qet tune bûye" û li erdnîgariya Kurdan kifş û nivşên Kurdan radikin ji holê,tîna Kurdan ji çi were tê qedexekirin. Paşê Kurd xwe xapiyayî hîs dikin û serî hildidin.
Sayfa 118 - NûbiharKitabı okudu
Reklam
Wexta ku dest bi qisedana xwe kiribû wê çaxê digot Kurd tune ne, lê a niha digot Kurd, ev nakokiyeke mezin bû.
Sayfa 118 - NûbiharKitabı okudu
Qey Xweda qasî we nizane?! Xweda dikarîbû em tirk biafiranda , lê her neteweyek rengek e di erdnîgariya dinyayê de.Înkara neteweyan înkara ayete Xwedê ye.
Sayfa 117 - NûbiharKitabı okudu
Cara duyem di dîrokê de ,di dema Osmaniyan de wexta ku bi Îraniyan re şer dikin gelek Kurd alîkariya Osmaniyan dikin. Der heqê vê meseleyê de Ewliya Çelebî wiha dibêje: " Bi çiyayên xwe yên rêz û bilind ,bi şeş hezar aşîretên xwe ve ku Osmaniyan li hemberî Îraniyan diparêzin , welatê Kurdistanê heta bêdawîyê bira sax be û bijî,amîn ya mûîn."
Sayfa 116 - NûbiharKitabı okudu
Madem tu wusa dibêjî,ez ji te re derheqê dîrokê de hez dikim hinek tiştan bibêjim. Ev erdnîgarî di dema Selçûqiyan de bi awayî fermî bi navê Kurdistanê hatîye binavkirin,di dema Sultan Sencer de. Beriya wî di wexta Alparslan de Kurd di şerê Melazgirê de pêşeng bûnê û wan li pêşîyê şer kiriye. Yên ku di dîrokê de tê gotin,Kurdan gazî Sultan Alparslan kiriye, ji bo îslamkirina Anadoliyê. Wê demê Kurd û Tirkan bi hev re şer kiriye û li hemberî Bîzansan nêzî pazdeh hezar şervanên Kurd alîkariya Alparslan kiriye û Melazgir hatiye standin di demeke kin de.Ji bo wî,me lez girt tê wateya me ew der zû girt an jî ew der di demeke kin de girt- stand.
Sayfa 115 - NûbiharKitabı okudu
Heke serokên dewletan ku bizanibûya li wijdanê dayîka binêriya îro di dinyayê de tu çar pirsgirêk nedima. Li dinyaya din çawa însan ku mehşerê dibîne ,li her tiştê ku xera kiriye poşman dibe,mehşera vê dinyayê jî dilê dayîkan e..
Sayfa 111 - NûbiharKitabı okudu
47 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.