Gelo ma tev dizanin
yara mi b'nav û deng e
Cîhan hişyar e bi wê
Ew qasî şox û şeng e
Axaftin tim li ser e
Hingî naz û pirşeng e
Her kes tê wê dixwazê
Lê ew bê zar û deng e
Zanî kî hildibjêrî
Dilxwazê wê çeleng e
Her dixwazî bi aştî
Ger nebî şer û ceng e
Kurdno rabin li gel hev
Wê biguhêzin dereng e
Lara, naz e bûka me
Xemla wê çendî reng e
Kesk û sorîn bi meng e
Tîştên rojê hevreng e
Tu kanîya ĵîyanê yî
Qehremana cîhanê yî
Resenê gulên baxê yî
Xefaloka hemîya yî
Tu xuşk î û dayik î
Tu hevjîn î yan keçik î
Tu hevaleke nazik î
Ger tu çi bî, tu xweşik î
Sitûna malê ber tu wî
Perava evînê tu wî
Bingeha torînê tu wî
Gula malbatê her tu wî
Rêbaza civatê tu wî
Wata li evsanê tu wî
Hêvîya dildara tu wi
Ronîya li jînê tu wî
Ger tu bijî b'serfirazî
Wê tev bijîn bi pelwazî
Bes e êdî belengazî
J'mafê xwe re bike gazî