"Sedsala me, sedsala tenetîyê ye û sedsala xwexapandinê ye.
Kî devê xwe vedike bi behsa hevgirtin, yekîtî û rêxistinîbûnê, xurînîya xwe dişikîne.
Kesek li xwe mikur nayê, kumê xwe danayne ber xwe û nefis û qîyasê nake.
Hemû felsefeyan bi angaşta pêkanîna bextewerîyê xwe daye hezkirin, hemû ol bi angaştkirana bidestxistina xweşî, rastî û bextewerîyê mirov li dû leylaneke derewîn kirine peşbazîya behiştekê.
Û mirovan, mirovan tim û dayîm xwe xapandiye, ketine palûteya xanîyê tarîtîya lixweveger."
Ev çi êş e her tim bi çêl e,ev çi çêl e wekî werîsê heft gundan dûrûdirêj e.
Ev çi dil e çi berfireh e, çi êş tê dikevîyê, tê de dihile.
Ev çi xemgînîyeke giran e li ser milê min ji sivikîyan ketibû serhev.
Ku hemû kulan hilgirim
Li ser hev binijinim
Bi ezmûnên salan dawerivînim
Û neweşînim
Ku guhdarekî 'jarê û waweylê'ya min nînbe
Ew ê çawa tê de bi cih bibin
Di dil de
Çawa wê neterikînin
Ji dil
Heta bi nenûkan!
Jiyan rêyeke dirêj e. Di vê rê de gelek korerê hene ku rêwiyên dane ser vê rêyê hew dikarin jê vegerin. Di vê rêwîtîyê de bidestxistina mirazan gelekî kêm û zehmet e. Di têkçûnê de korerê, di tenêtîyê de, di evînê de, di hevaltî û dostaniyê de, li hemberî mirinê, di mezinbûnê de korerê her hene. Di her qadek û danekî jiyanê de korerêyek heye û