“Birako, ez jî kurê wê axê me. Vê dozê ez jî nas dikim û heta
merhelekê dipejirînim û diparêzim. Lê ciwanên Kurd yên xwendekar hinekî ji rastiya civaka Kurdî cudatir in. Yanî ji rastiya xwe hinekî dûr ketine. Mesela keçik û kurik bi hevdu re di xaniyekî de dimînin. Gelek ji van ciwanan ji doza Kurdî bêhtir doza komînîzmê dimeşînin. Nimêj, rojî û tiştên welê di nava wan de qet tunînin. Heta wirdetir jî dicing û tinazên xwe bi îbadet dikin. Nabêjin dê û bavên me vî taetî dikin û bi vê baweriyê ve girêdayî ne. Hema qene bila em hurmeta baweriya wan bikin...""