Ev roman nîvek jê li Tirkiyê,
nîvê dî li Almanya di navbereke dirêj de hatiye nivîsandin. Herçendî ev navbirka nivîsandinê dirêj jî be, min hewldaye, ku ez li ser qalib û bingeha destpêkê bisekinim. Bi hêviya zêdeyiyek li pirtûkxaneya Kurdî, îro min dawî li romana xwe anî. Berî niha bi deh rojan zêdeyiyek li min çêbû û Xwedê keçek diyarî me kir Ez vê romanê diyarî Periya xwe dikim.
22.01.2011
Çav ji yê zanaxwenda re kitêbên têr nivîsîn.
Bes ku mirov bikaribe vê kitêbê bixwîne.
Her awirek kitêbek e. Di her nêrînekê de wateyên cuda, gotin, biwêj veşartî ne. Her meyzandinek his e, hêrse, evîn e,
xwestek e, qehr e, elem e.