Rextên mircanan şemitîn ji ser hev
Ji hev xeyidîn
Lêvên pûç û paçikî...
Dil bû dojeh
Kul bû kavil
Pî û mil bûn rêsî
Pelên mabûn dawiya payîzê jî zer bûn
Zivistaneke din li derî dixe
Guliyên zeytûna li hewşê
Nema min radike.
Hênkahiya berbangê
Li pêleke berizî siwar dike min
Ji xewneke giran.
Car caran bêhna te dibihîsim
Katikên rihanê di nav de guleke sor
Hîn di xew de
û keziyên roka êvar a zer
Di rengê biskên te de bengîn
Dikeve bîra min,
Awirên te ên tund divejin û disincirin
Di tasên çavên min de...
Rivîna xwe berdidin nêrînên min
şitlên mijankan
Bi du dilopên bêpele têne avdan
û diherikim abîsa di!
Tev li te,
Ji avzêyên çavan bêriya te dikim
Jana can!