Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji aliyê komek rewşenbîrên kurd ve roja 18ê nîsana 1992yan li Stembolê hate damezirandin. Armanca damezirandina enstîtuyê, bi awayekî zanyarî li ser dîrok, çand, huner, ziman û hwd., rawestîn bû. Koma damezirandina Enstîtuya Kurdî ya Stembolê ji van kesan pêk dihat: Musa Anter, Yaşar Kaya, Feqî Huseyîn Sagniç, İsmail Beşikçi, Abdurrahman Dürre, İbrahim Gürbüz, Cemşîd Bender û Süleyman İmamoğlu.