Rom xayîn e, bextê wê tuneye ev bi sed salan e me Kurdan tu xweşi ji destê vê Romê nedît. Ma çend demsal bûne şahidên qirkirina Kurdan, jîyana me li ser tirsê hatiye avakirin.
Ma mirovê xwedî xîret, namûs û rûmet be wê çawa hovîtî, zilma ku neyar aniye serê me û em şepirzekirine ji bîr bike. Embargo danîn ser me îşkence li me kirin em kuştin em bi êş û birînên kulbûyî re rû bi rû ne.