Me'na wê: Li ser erdê qêt mêxlûqek tunneyê ku rizqewî nê li ser xwedê be. Xwedê bi cihê sekna wî û bi cîhê emaneten lê hatîyê hiştin dizanê. Ewana hemû jî, di kitêba Mubîn (Lewhî Mahfuz de (nîvîsandin) ne.
melaîketek din dîte pir azîmi, nîwe wi ji berfeyê nîwe wî ji agire. Ew agir berfe nahîlline û ne berf agir wedimrîne, O hezzar serî diwê melaîketê dê hene her serîkî jiwan hezzar wech tede hene. O her wechekî hezar dev têdene û her devekî hezar ziman têde hene û her zimanek bi hezar zimanî tesbihê xwede teala dikin. Dibêjin: Subhanallah yanî bi wan tesbiha dibêjin: Sûbhanallah ê berf û agir li ser hev danî û dibêjin: Ya rabbî wek te berf û agir li hewdû anî dile 'ebdê mumin li hewdu bînê. Wê demê melaîket tev dibêjin amîn.