"Bavê min tûtinê bifiroşe wê ji min re jî piskilêtekê bikire, min digot ji Asyayê re. Wê li Soro dinêrî, qala piskilêta wî dikir. Dibehecîm, ji wir diçûm. Asyayê dima.
'Careke din neyê mala me...' min digot. Dixeyidîm jê. Min nedixwest ji bilî min bi tu kesî re xeber bide. Ku ji ba min diçû diêşîyam."