bilîlîne dayê
dayika min!
gurr diweze bayê şoreşê
aram be
metirse
bi wêrekî veke
pêsîra xwe ya ku disoje
bila hênik bibin xemên te
pak bibin
birînên te yê kûr
bilîlîne!
lê nayê qebûlkirin mîrateya dapîr û bapîran
ku xwe dispêrê dîroka hezar salan
ziman kurdî ye
di nav xwe de pir-devokî ye
hem kurmancî û soranî ye
hem dimilî û goranî ye
hem lorî û hem jî kelhorî ye
lê dibêjin zimanekî wisa nîn e