Belkî her yek bi devokekî dipeyivî, lê hemû bi zimanekî. Belkî her yek ji deverekê hatibû, lê hemû bi hesretekê. Belkî di dilê her yekî de agirek hatibû dadan, lê agirê gişan ji wan re eynî tişt digot. Gişan bi hev re eynî tişt dikir. Gişan ji bo eynî tiştî xwe li wî agirî girtibû.