Di ola Zerdeşt de du tiştên bingehîn û girîng hene: Ronahî (Hurmiz) û tarî (Ehrîmen). Ronahî xêr e, rastiye, jîn e. Herwiha roj û agir sembola ronahiyê ne. Şev, mirin, xapandin, dirûtî jî xerabî ne û ev tariyê temsîl dikin. Navê xwedayê Zerdeştî Ahûramazda ye.