Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Kevok Mizgîn

Kevok MizgînKulîlka Evîna Bêdeng yazarı
Yazar
9.5/10
4 Kişi
23
Okunma
3
Beğeni
1.088
Görüntülenme

Kevok Mizgîn Sözleri ve Alıntıları

Kevok Mizgîn sözleri ve alıntılarını, Kevok Mizgîn kitap alıntılarını, Kevok Mizgîn en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Li çar hêlên dilê min Tarîstana şevê ye.
Bi nêrîna çavên te Kulîlka evînê li baxê dilê min bişkufî.
Reklam
Ez Zuleyxa me tu min nas dikî Ez Xece me tu li min guhdar nakî Ez Zînê me tu ji min bawer nakî Ez eşq û evîn im Tu dergehê dil venakî
Sayfa 46 - Nûbihar
Tu min bi jiyaneke bi watedar Û nediyar ve bi rê dikî
Hûn huş bin Bila perdeyên guhên min Bi vî dengî bimînin neqişandî ..
Sayfa 61 - Nûbihar
Reklam
Bi nêrînekê Min xwe di kûrahîya çavên te ên reşbelek de dîbû Dil dilerizî Eşq û evîn lê bûbû mêhvan.
Sayfa 49 - Nûbihar
Tu dibînî dilkeviro
Şevên bê te zindanên tarî ne Çav li rê Û dil li bendî hatina te dimîne Dil dibe payîzek xembar Û bi ser giyanê min de Êş û janê vediweşîne Di tarîyên şevên payîzan de Gesnê janê diavêjî dil Û dil bê liv dimîne..
Sayfa 40 - Nûbihar , 05.12.2016-Êlih
Ey çiyayên Zagrosê Heke bi vê nalîna min hûn binaliya Hûn dê biheliyana..
Sayfa 38 - Nûbihar , 15.11.2019-Colemêrg
Ez dibim mîna çivîka di qefesê de Ji azadîya xwe bê hêvî.
Reklam
Îşev li asîmanê dilê min Hîv nakene û stêrk naçirisîn
Peyam ..
Kaxez û pênûsekê bidin destê min Dil divê ji delalê xwe re Bi rê bike peyam û silavan ..
Sayfa 17 - Nûbihar
Bêdengiyek wek ewrên reş û tarî hatibû Û konê xwe di nav dilê me de vegirtibû Dema çûyinê nêz bûbû.
79 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.