"aliyek talan, aliyek wêran
kê nivîsî li ser welatê min ev ferman
ji her warî, ji her qelaçî
bang dikin ber bi nepeniyekê
zarokên min ên bê xweda û bê xwedî
û di dilê wan de qehreke hezar salî "
“Seyîd ezîzîyê ku nikarîbû bi nasnamaya xwe ya doktoriyê wî ji nava destên mirinê rizgar bike, bi kişifkirin û amadekirina vê dîwanê helbestvan ji mirinê rizgar kiriye û bi vê şahesera xwe ew ji niha ve bûye sertacê helbesta neteweya me.”
"Kî dibêje narize? Va ye ez riziyam Charline, ez riziyam. Ez ne tac û text im û ne jî gopal û pêlav, lê ez Cardin jî riziyam. ROJ bi roj li ber çavên te riziyam Charline. Bi tenê tü bû şahidê rizîna min. ..."