Mehmet Öncü

101 Biwêj 101 Çîrok yazarı
Yazar
8.8/10
11 Kişi
30
Okunma
10
Beğeni
1.488
Görüntülenme

Mehmet Öncü İletileri

Mehmet Öncü iletilerini, Mehmet Öncü okur görüşlerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Peza ji kerî mayî, para gur e... Dibêjin kesên ku dererê (ji rê dertên) diçin û ji refa xwe diqetin, bi tenê dimînin. Weke ku tê zanîn bi tenê mayin, bêhêzî û têkçûyîn e. Binyata vê gotinê digihîje serhatiya mîhekê ku ji keriyê xwe maye û gurekî har ew xwariye: Dibêjin, Carek ji caran, rojekê li zozanekî mîhek ji keriyê xwe paş mabû, ew û gurekî har û devbixwîn hatin hember hev. Gur ji mîha ku li pey kerî mayî re got: -Ezê te bixwim. Mîhê got: -Stûyê me ji qederê re tewiyayî ye, lew ku dibêjin: peza ji kerî mayî, behra (para) gur e. 101 Gotinên Pêşiyan 101 Çîrok
101 Gotinen Peşiyan 101 Çirok
101 Gotinen Peşiyan 101 Çirok
Biwêj - Çîrok
Şîreta beytikê ye. Carna mirov şîretan li hin kesên ciwan dikin, guhê xwe nadin mirov, kesên wisa hê ku mirov gotinên xwe xelas nekirine, hin pirsên nû ji mirov dikin. Di zimanê Kurdî de ev biwêj di wateya; -Kes wê şîretê nagire, -Kesê ku guhê xwe bide wê şîretê tune, -Ewên ku tu şîretan lê dikî, berê şîreta xwe girtî ne... Wisa tê bikaranîn:. Weke nimûne; Gote kurê xwe; - Dema ku tu li bajêr, dikevî kolanên bisixlet, li berîka xwe miqate be. Kurik got; - Ewa ku tu dibêjî berê bû. Jina wî ket navberê û ji wî re got; -Qet xwe newestîne, a ku tu dibêjî, şîreta beytikê ye... Binyata vê biwêjê digihije serpêhatiya beytikê û çelikên wê; Dibêjin; Rojekê ji rojan, li bin dareke sêvê, beytikekê çêlikên xwe li serê xwe kom kiribûn, li milekî ew di derheqê xeteriyên jiyanê de fer dikirin, li milê din, şîret û peyvên girîng li wan dikirin... Beytikê digot; - Dema ku, benîadem xarê erdê bûn, bifirin... Ji çelikên wê yekê, gotina wê di devê wê de birî û got: - Dayê, lê ku berê kevir di destê wan de be? Beytikê xwe qehrand û got; - We şîreta xwe berê girtiye, êdî tu tiştê ku ez bi we bidim hînkirin nemaye...
101 Biwêj 101 Çîrok
101 Biwêj 101 Çîrok
Reklam
Folklor - Biwêj - Çîrok Morika hêşîn belav kirin (Morika hêşîn bi kê re, rih û canêm ji wê re) Carna hin kes hene ku naxwazin dilê kesî ji xwe bihêlin. Kesên wisa her dixwazin ku hemû kesên li dor xwe memnûn û ji xwe razî bikin. Ger sedema wan rast be jî naxwazin xwe bi kesî re xira bikin. Kesatiya wan ên wisa hindek şelaqî jî dihêwirîne. Di