Sevgili gönüldeyse eğer yükseklere çıkıp aramaya ne hacet
Kendi isteğiyle gelecekse anka kuşu peşinden uçmaya ne hacet
Uzak değil bize sevgili, bunca feyrad u figan niye
Kulağı gönlümüzdeyse eğer bağırıp çağırmaya ne hacet
Weh çi 'işq û çi selamet herdu dûr in ji yekê Kullu men yesluku hubben subule'n-nari selek
Ahê bêgavî ji dil tên me ji pêta di ceger Bes tu bê feyde nesîhet ke me dil bûye pelek
Ma ji 'umrê me çi mabit were êdî vi me ra
Da di eqtarê wucûdê bikirîn seyrê melek
D'îstîwayê ku ji husna te veda lami'ekê Nezeru'ş-şemsi mine'ş-şerqi ile'l-xerbi delek
Afitabê ku ne teswîrê ji husna te bitin Nûruha fi nezerî zulmetu dacin we helek
Ji hewa bend te kirim şubhetê bayê di sivik
Çi ji biska te bibêm ahi ji biska te çelek
Ez ji zulfa te veristim mi teleb kir lebê le'l
Lê di çaha zeqenê bê ser û pa çûme helek
Bi umîda te humayî ne Melê tori veda
Wer temaşayê cehan bûye hemî tor û şebek