agir digirî bi rengê xwînê
di can de
xwina me hibra sor e
dinizile û diniqute
ser rûyê rûpelên diroka rûşûştî
yên ku agir bi ser me de qijilandine baş
dizanin ku bi agir re şer nabe
ha ho..!
ey bajarê dayika hemî keviran
ey xewa herimî
bêhna barûdê tê
ji xwîna vê axê
mirinan distrînim
dostaniya vezeliyayî li ser balîfan
û ev bajar serê derbxwarî
di hembêza min de diperpite.
kerbên min ên hezar salan
li ser zimanê min zîl da ne
zimanê min dara tû yê
bi serê zimanê xwe
tû dikim rûyê zexeliyên bêxîret
şaxên zimanên min birrîn
hezar şax aj dan
li vî welatî