kerbên min ên hezar salan
li ser zimanê min zîl da ne
zimanê min dara tû yê
bi serê zimanê xwe
tû dikim rûyê zexeliyên bêxîret
şaxên zimanên min birrîn
hezar şax aj dan
li vî welatî
kerbên min ên hezar salan
li ser zimanê min zîl da ne
zimanê min dara tû yê
bi serê zimanê xwe
tû dikim rûyê zexeliyên bêxîret
şaxên zimanên min birrîn
hezar şax aj dan
li vî welatî
porê min poçaxa şêrê nêr
ku tu caran nehatiye şehkirin
gemarî
lê car caran bi bayê bezê hatiye firkandin
serê xwe deyne ser axîna dilê min
li binê asîmanê şîn barana ku wê rojê
bi ser me de bariyabû
bifikire ku çawan bûbû peroşên evînê
û di nava valahiya wextê de mîna xelekên li ser rûyê avê
wenda bûbûn di nava xwîna me ya bizotkî de
êdî ji serî heta binî
em bûbûn evîn
gava ku em dimeşiyan li ser piyan, enîskên me
bi devê laşê bayê hevdu maçî dikirin
bi serê sermest
ji min bawer bike
sond dixwim bi serê stêrkên wê bihara ku,
bi bêhna sincan û bi bêhna pûngê xemilandî
ez ê bi şêrê evînê re şer nekim êdî.
Li vî welatê dîn û har
Hemî gir dixwazin bibin çiya û bigirin bar
Êş werîs
çiya req û rût
Deşt ziwa
Pûk bûka sondxwarî
Berf mirina şêremêrek di dilê dayikan de kulor
ey bajarê dayika hemî keviran
ey xewa herimî
bêhna barûdê tê
ji xwîna vê axê
mirinan distrînim
dostaniya vezeliyayî li ser balîfan
û ev bajar serê derbxwarî
di hembêza min de diperpite.