Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Mihemed Omer Osman

Mihemed Omer OsmanGeneralê Payîzê yazarı
Yazar
9.0/10
1 Kişi
7
Okunma
3
Beğeni
931
Görüntülenme

En Eski Mihemed Omer Osman İletileri

En Eski Mihemed Omer Osman iletilerini, en eski Mihemed Omer Osman okur görüşlerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ez im generalê payîzê Şifqeya li serê min ewr e Û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî Sakoyê li min nermeba ye Û şûrê min çiqlê dareke riziyayî Ez im generalê payîzê Payîz bêyî min sêwî ye Ez bûm min got belê meytê siya kesk e Pelê weşiyayî koçkirî Bi tenê ez im ku di mihraba payîzê de Ji bo giyanê zindî yê pelan Nimêja şehîdan dikim Navê wê nakim nimêja miriyan...
Mihemed Omer Osman
Mihemed Omer Osman
Ez bo çi nemrim?.. Çima nebim ewrek? Têr bigrîm bi ser bejna yarê de Çima yar diçe û li min napirse?.. Mijek im ez di dawa payîzê de generalê payîzê Mihemed Omer Osman
Generalê Payîzê
Generalê Payîzê
Reklam
Min hesûdiya jiyana qereçiyan dikir.. Ya rastî konên wan tîş û telî bûn Meşaleya nav sermayê û pûş bûn.. Kûrayiya giyanê wan tije pêt û pereng bû generalê payîzê Mihemed Omer Osman
Generalê Payîzê
Generalê Payîzê
van Gogh Daxa Gauguin bû.. min guhê xwe birrî Yan bi tenê daxwaza Rachel bû? Deriyê şêtxaneyê min bi xwe venekir Berdbarana xelkê kilîl bû Ku min xwîna xwe rijand tabloyê Ku min zanî êdî roj li min nahile Min gulleya mirinê li ser xwe danî Lewra bedbextî dawiya wê nayê* generalê payîzê *Gotina van Gogh bi xwe ye (GP)
Generalê Payîzê
Generalê Payîzê
Mij û Moran Ez hawara bi milyonan darên.. Ber reşebayê jipelketî û weşiyayî me Ez fîxana bi milyonan çûkên.. Hêlînrûxiyayî û parçebûyî me Di pencereya payîzeke ebedî re.. Ez li dinyaya mijê Û xwîna rijiyayî ya pelan dinêrim Ez li çirayên vemirî yê malan dinêrim generalê payîzê
Generalê Payîzê
Generalê Payîzê
Birûskek Tu zanî çima dinyaya şi'ra min.. her payîz e.. her bahoz e? Tenê ji payîzê ye hêviya min.. payîz ji bo min nîştiman e Ez bi xwe xurbet im.. ji min mepirse.. çi ye xurbet?.. Jiyana min derbiderî û tenêtî û jevcêbûn e. Min her xwestiye ez bibim ewrek.. Bibarime ser bejn û bala te.. Pirpirînekek bim.. şev nîveşevekê Bibime zuxala dora çiraya te Em wek du şebneman e.. sibehê me dibe Hetava bextreşiyê.. Ya em du pel in.. bayê reş î payîzê serê me datîne Ser dawa xurbetiyê! generalê payîzê
Generalê Payîzê
Generalê Payîzê
Reklam
Bela Destekî mizgîniyê li deriyê min neda Min kesek nedî biniqute dilê wî Zistana odeya min qir bike Û tapoya tenêtiya min.. bike binxwelî Tu dibê gelo wê bê berî ku gorek Bejna min têxe himbêza xwe ya reş? Bi hêsirên xwe min bişoyê û xweliya dil Bibe pereng ji nû ve li laş? generalê payîzê
Generalê Payîzê
Generalê Payîzê
Êvara Payîzê Êvar e Û wizîna ba tê.. Ewran asman girtiye Êvar e Û dara payîzê ahenga mirinê digerîne.. Pel rabûne govendê Êvar e Û li nav komek sîtavka rêwiyan ez ê tenê.. Ji serma.. dilerizim Û gava xwe davê'm jêr baskê taviya baran û rêjnebaranê Êvar e Û ez ê bêsako.. bêsîwan.. Sirr û serma ne xema min e Êvar e Û dilê kesî bi xema min naşewite.. Ax li wan rojên reş ên min dîne! generalê payîzê
Generalê Payîzê
Generalê Payîzê
Birûskek Ez giriyam û kesek nebû ji min fêm bike.. Bû xwelî baxçeyê hêviya min Ez giriyam û kes nebû dilê xwe yî berfînî bigre dest û Kirasê min î reş bidirrîne ji ser min Heta dinya bû sayî.. ez her rawestabûm.. Kesî qedeha dilê xwe neanî Û bi ser ve çû surahiyê çavê min generalê payîzê
Generalê Payîzê
Generalê Payîzê
14 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.