Generalê Payîzê
Ez im generalê payîzê..
Ezê tu carî xêrnedî
Ez general im..
Generalê bi hezaran darên rût û bi milyaran pelên weşiyayî
Ez im generalê payîzê..
Li Xurbetê
Sînga min a pirr axîn.. ewrek tê de digrî
Û di çavên min re.. baran nabare!
Umrê min jî.. berfa ber hetavekê ye..
Her divê bi dû mirinê de bireve
Kî were payîza dilê min î derbider..
Deyne ser dawa sor a biharê?
Keştiyeke serberdayî li deryayeke bê ser û ber
Tu dibê wê rojekê bighe qeraxê?
Bila ez xwe evdalî nekim.. ez ê xurbetî..
Keviya min tav û rêjne baran
Kes nagrî bi ser rûyê min de..
Li mij û moraneke berêvaran
generalê payîzê
Birûskek
Tu zanî çima dinyaya şi'ra min.. her payîz e.. her bahoz e?
Tenê ji payîzê ye hêviya min.. payîz ji bo min nîştiman e
Ez bi xwe xurbet im.. ji min mepirse.. çi ye xurbet?..
Jiyana min derbiderî û tenêtî û jevcêbûn e.
Min her xwestiye ez bibim ewrek..
Bibarime ser bejn û bala te..
Pirpirînekek bim.. şev nîveşevekê
Bibime zuxala dora çiraya te
Em wek du şebneman e.. sibehê me dibe
Hetava bextreşiyê..
Ya em du pel in.. bayê reş î payîzê serê me datîne
Ser dawa xurbetiyê!
generalê payîzê
Nameyeke Payîzî
Ey ew keça payîzan jî cilên te kesk in û kulîlkên terr bi serê xwe vedikî
Xewnan nebîne.. Çeng û milê min piştênî be bo kembera te!
Te nedîtiye.. çawa agirê spî yê pîriyê
Li porê serê min çûyê
Ez pir ditirsim xwe li daristana porê te yî reş bigre
Te nedîtiye.. pêçiyên min deh çiqlên hişk û hola ne
Ger bibin şehê porê te.. kêliyek tê naçe dê bişkin!
Lomeya min meke ger te dît çavê min
Her dem wek ewra zistanê bû..
Ê min keviya şi'ra min bes e himbêza xwe ji min re veke
Eger hat û te bihîst min xwe kuştiye bizane ku..
Min nikariye şi'rekê bibêjim.. jana min tê de bi cih bibe!
generalê payîzê
Birûskek
Ez giriyam û kesek nebû ji min fêm bike..
Bû xwelî baxçeyê hêviya min
Ez giriyam û kes nebû dilê xwe yî berfînî bigre dest û
Kirasê min î reş bidirrîne ji ser min
Heta dinya bû sayî.. ez her rawestabûm..
Kesî qedeha dilê xwe neanî
Û bi ser ve çû surahiyê çavê min
generalê payîzê
Êvara Payîzê
Êvar e
Û wizîna ba tê..
Ewran asman girtiye
Êvar e
Û dara payîzê ahenga mirinê digerîne..
Pel rabûne govendê
Êvar e
Û li nav komek sîtavka rêwiyan ez ê tenê..
Ji serma.. dilerizim
Û gava xwe davê'm jêr baskê taviya baran û rêjnebaranê
Êvar e
Û ez ê bêsako.. bêsîwan..
Sirr û serma ne xema min e
Êvar e
Û dilê kesî bi xema min naşewite..
Ax li wan rojên reş ên min dîne!
generalê payîzê
Bela
Destekî mizgîniyê li deriyê min neda
Min kesek nedî biniqute dilê wî
Zistana odeya min qir bike
Û tapoya tenêtiya min.. bike binxwelî
Tu dibê gelo wê bê berî ku gorek
Bejna min têxe himbêza xwe ya reş?
Bi hêsirên xwe min bişoyê û xweliya dil
Bibe pereng ji nû ve li laş?
generalê payîzê
Birûskek
Tu zanî çima dinyaya şi'ra min.. her payîz e.. her bahoz e?
Tenê ji payîzê ye hêviya min.. payîz ji bo min nîştiman e
Ez bi xwe xurbet im.. ji min mepirse.. çi ye xurbet?..
Jiyana min derbiderî û tenêtî û jevcêbûn e.
Min her xwestiye ez bibim ewrek..
Bibarime ser bejn û bala te..
Pirpirînekek bim.. şev nîveşevekê
Bibime zuxala dora çiraya te
Em wek du şebneman e.. sibehê me dibe
Hetava bextreşiyê..
Ya em du pel in.. bayê reş î payîzê serê me datîne
Ser dawa xurbetiyê!
generalê payîzê
Mij û Moran
Ez hawara bi milyonan darên..
Ber reşebayê jipelketî û weşiyayî me
Ez fîxana bi milyonan çûkên..
Hêlînrûxiyayî û parçebûyî me
Di pencereya payîzeke ebedî re..
Ez li dinyaya mijê
Û xwîna rijiyayî ya pelan dinêrim
Ez li çirayên vemirî yê malan dinêrim
generalê payîzê
van Gogh
Daxa Gauguin bû.. min guhê xwe birrî
Yan bi tenê daxwaza Rachel bû?
Deriyê şêtxaneyê min bi xwe venekir
Berdbarana xelkê kilîl bû
Ku min xwîna xwe rijand tabloyê
Ku min zanî êdî roj li min nahile
Min gulleya mirinê li ser xwe danî
Lewra bedbextî dawiya wê nayê*
generalê payîzê
*Gotina van Gogh bi xwe ye (GP)