Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Mitan Şareza

Xewle Ye Xewn? yazarı
Yazar
10.0/10
1 Kişi
2
Okunma
2
Beğeni
380
Görüntülenme

En Beğenilen Mitan Şareza Sözleri ve Alıntıları

En Beğenilen Mitan Şareza sözleri ve alıntılarını, en beğenilen Mitan Şareza kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ey sitargeha min Min gunehkar neşîne
Sayfa 59 - Weşanên LîsKitabı okudu
"Dîdarên pakîya rewan Zîldana peyvên herî hêja û kibar ku bibin rêwîyê rêya we yê bi kêrî tiştekî neyên lê navên gelekan di janên jehrdayî de qusîyan" Dilê min îşev li min gilî kir Ew ê werin ronahîya çavên min dilop dilop hêsirên min ji min bidizin Ew ê werin di tarîbûna bîrên neyarî de li hestîyên laşê min bigerin Dilê min îşev li
Reklam
"Bi taya helbestekê ketime eyyy êvar, li min mikur bê! Naqede teqînên tengijîyan di neqebên min de eyyy êvar, li min mikur bê!" Rengên min diselitîn pêxemberê bitifaq Naxwazim nemrûda di termê xwe de bikim masî Naxwazim Serwerîyên xewarîyê ye, dijmêrim Kewarên xewnan bi tac û kabûs Ji dar û devîyên wan Xemgînîyê diçînim, bi dilekî pêxwas Li min rûdine yezdanekî ji warê bîyan Dibim deng ji ewran, reng ji payîzan Dibim stran Mazûbanê êşan
Nizanim çend milyar salan, ez ê ji te hez bikim...
Sayfa 10 - Weşanên LîsKitabı okudu
"Keran kêr dike, lêvên deryaya êvaran, ji tenêtîyê re mazûban, Keran kêr dike." Her rojên te yên ku bi min ketî, di ser min re gav dike û pirsa dûrîya ku te li cem min hiştiye nake Tu dibêjî qey ez bûme minafiqê rast û çepê evînê Nêzî mêzîna dilê min nebe Nikarim, tiştên ku te li peravên şevan dikir himbêza sibehan hilgire Nikarim,
We bi xwîna Kurdan destnimêja xwe girt We fitira xwe jî bi goştên zarokan vekir We sînga dayika me ya pîroz jî, kir șujde ji xwe re De êdî Xwedayê we jî were Rojava Dojeh e ji we re
Sayfa 78 - Weşanên LîsKitabı okudu
Reklam
Û êdî goristana bêxwedîyan e dilê min
Sayfa 30 - Weşanên LîsKitabı okudu
Êdî Tu Berken Bereh î
"Reşayîya şevê dema ku hêsirên xwe, bi rûpelên heyvê paqij kir, min gurzek hest di kefa sînga xwe de, ji bo asîmanên Berken Bereh bi firê xist." Rûbareke li ber derîyê fetisandina xwe, bi kulmek av xemfiroşîya welatekî, li te dada û lehîyek êş di sînga te de, bir xwarê Êdî tu bi çar dojehan birîndar î Êdî tu bi ramûsnên zarokên xwe yên mirî Xemistan î Êdî tu ji demsalan re, nameyeke zindanî yî Êdî tu di kemînekê de, pêşmergeyekî 16 salî yî Êdî tu pênûseke siwarê xemgînîya dayikan î di qada reş û sipîyan de Êdî tu di axa welatê xwe de tov di gîyanê me de xunavîya dilxweşîyê yî û êdî tu di paxila sêdaran de helbestvan î! Helbestvan!
"Nizanim êdî, di ser kê de kirasê helbetên xwe biçirînim" Dibêjin ku kulmek ax jî, ji çavan re dibe mirin Ku ew qas bajar, ew qas rê, baran û bager û bi dehan welat Behr û çîya di navbera meriv de bin Nizanim rast e? Lê wisa be çima ji şevan re, bi dizî navê te dibêjim?
"Zimanê min û şevê jêkirî ye koçberekî dawîya temenê bayê sibê me" Têkçûnên min li ser vê axê mirinê dadigirin Navên kîjan deverê li xwe dikim rêya neçûnê dide ber min Têkçûnên min li ser vê axê Ji pirsan hînî parsekîyê bûye Ji tirsan derewîn bûye Kor î kût Hişîyar dibe rojên min û gavên min li ber pêlan cangorîyê evîneke neçar e Lal û ker digerin dînên dilê min Lê navê straneke bîyanî ye di çermên axê de bûye gor Texsîr neke Galgalên ku ji pûşên kayê di dev û pozê hêvîyên min de bênderan bi cî dike û neçarîya min ji beytikên zivistanê re name ye Têkçûnên min, li ser vê axê hirîya bê diqusîne şivanekî bajarî ye
63 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.