Pirtûk di bexçeyê mirovistanê de gula herî xweşik e. Gava ew gul bişkivî, rengê dinyayê bi carekê hat guhertin. Dinya xweşiktir û rohnîtir bû. Ya ko ew îmkan pêşkêşî mirovatîyê kir, nivîs bixwe bû. Heta ko nivîs nehat peydakirin bexçeyê mirovatîyê ji bêhn û xweşikbûna vê gulê bêpar jîya. Peydabûna nivîsê, peydabûna şertê zimanê nivîskî, di warê teknolojîya enformasyonê de şerê yekem e. Gava nivîs peyda bû, şertên pirtûkê jî derketin ortê. Û ji gava ko pirtûk peyda bûye û vir de, di jîyana mirovatîyê de rola herî xort leyîztîye.
Wê her wiha ji bo pêşdebirin û zîndebûna zimên jî roleke bingehîn leyîztîye...