9.8/10
9 Kişi
50
Okunma
40
Beğeni
3.534
Görüntülenme

Necatê Zivingî Gönderileri

Necatê Zivingî kitaplarını, Necatê Zivingî sözleri ve alıntılarını, Necatê Zivingî yazarlarını, Necatê Zivingî yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Serdema Dîn'an û alozîya li Kurdistanê
Miletê Kurd, berya misilmanîyê pêvajoya nasnameya neteweyî temam kiriye. Piştî serdestîya Îslamê bi destê Ereban, di sedsala 7an de, misilmanbûna Kurdan dest pê kiriye. Di nav çend sed salan de Kurdan, bi giştî Îslam weke dîn ji bo xwe pejirandine. Digel vê, mîna Yarsanî, Êzdayetî, Filletî û Zerdeştîyê dîn û bawerîyên kevnar jî kêm-zêde hebûna xwe domandine. Ji ber nasnameya Kurdî li ser dînekî ava nebûye, cudatîya dîn û mezheban di navbera êl û eşîrên Kurdan de, nebûye sedemê têkçûna nasnameya neteweyî. Lê ji ber dewletên kolonyalîst ên wek Ereb, Pers û Tirkan dewletên misilman bûn, dîn gelek caran di nav miletê Kurd de bûye sedemê nakokî û dijberîyan. Van dagirkeran xwestine misilmanbûnê ji xwe re bikin hincet û serdestîya xwe ya li ser Kurdistanê bi navê Îslamîyetê li Kurdan ferz bikin. Ji ber vê yekê şêwaza şîrovekirina Îslamîyetê û têkîlîya dîn û millet di nav Kurdan de tim bûye xwedî giringîyeke cuda.
Sayfa 15 - Dara
+1 Destpêk
David N. MacKenzie di gotareke xwe ya sala 1959an de behsa destnivîsekê dike ku ji destpêka sedsala 15an maye. Di vê destnivîsê de çarî- neke bi zimanê Kurdî heye. Bi elfabeya Ermenkî hatîye nivîsîn. Ev destnivîs niha li Erîvanê Koleksîyona Matanadaran "Hejmar 717, folio 144b" qeydkirî ye.)
Sayfa 14 - Dara
Reklam
Destpêk
Her çiqas Kurdistan beşek ji erdnîgarîya destpêka dîroka mirovahîyê be jî, lê ti carî lêkolînên berfireh ên arkeolojîk li vê herêmê nehatin kirin û bermayîyên heyî jî ji alîyê dewletên desthilatdar ve hatin winda kirin. Ji ber vê, zanîn û bidestxistina berhemên nivîskî yên serdemên zû, gelek zehmet e. Ji berî mîladê û piştî mîladê heta sedsala 15 û 16an, ji bilî çend numûneyan, ti berhemên nivîskî yên Kurdî heta niha nehatin bidestxistin. Gelo tune ne, yan winda ne?
Sayfa 13 - Dara
Zembîlfroş zembîla tîne Rebeno zembîla tîne Kolan kolan digerîne Qesr û banîya datîne Gul xatûn burc da dibîne Aqil bir sewda dimîne
Ku li feqîran hikmê bikim Li nav qebrê ez dê çi kim? Ciwaba Xwedê ez dê ku dem? Roja 'alem lê mendehoş
Reklam
186 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.