Necatê Zivingî
Navê te kurd e bi navê xwe be
Ji bo li cîhan dengê te hebe
Mîna gelên din ala xwe hilde
Çira xwe pêxe ronî di dil de
Rêya rûmetê tim yekîtî ye
Hizûra welat bi biratî ye
Bêje dagirker derkeve here
Ev ne yê te ye zû derkev der e
Ger hişyar nebî welat wêran e
Agir û xwîn e çiqas dêran e
Ez Kurdistan im halêm xirab e...
Ey Reqîb (Kurmancî)
Ey reqîb her, maye qewmê Kurd ziman
Naşikê û danayê bi topê zeman
Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan
Em xortên rengê sor û şoreş in