Min disa xwe diavête benê pirsyaran. Divê min zelal bikira nependiyên nav hişê xwe, çimkî tiştek hebû ez asê dikirim û rê li min digirtin. Dest û piyên min girêdida û nedihişt ku gavekê bi ber ve bihêm.
' Her çendî mirov serencama tercîhên xwe yên xelat û nehesabkirî; bê plan û heçkuheyî be jî, ji bo danîna çîrokeke mezin û abadîn, pêwîst bû mirov dil û cergekî ji pola bixe ser pişta hespê hiş û aqilê xwe û wîsa xwe di rê û rêbiwaran werde.'