Osman Sebri kitaplarını, Osman Sebri sözleri ve alıntılarını, Osman Sebri yazarlarını, Osman Sebri yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Feleka bêbext şikand darê min
Nema kes rûnişt li ber arê min
Ji du hezar sal heya bi îro
Azadî nema di nav warê min
Zorkerên bêbav bi fend û xapan
Di ber hev xistin dost û yarê min
Qenc û çakên min tev dane kuştin
Qelandin rêça karguzarên min
Serek û rêber di welêt neman
Li erdê hiştin koç û barê min
Ji hev perçe bû Kurdistana gewr
Ket nava destê çar neyarên min
Mirov bi raman û baweriyên xwe wek darekê ye, riçên wê darê çiqas kûr û dirêj bin ew çend xurt dibe.Dema dareke holê qels bû, xuyaye kurm ketine kok û riçên wê, ku nehatin kuştin û paqijkirin, ew dar dimire..