Divê her Kurd teqez vê pirtûkê bixwîne. Di vê pirtûkê de raperînên Sasûn, Hezo, Bişêriyê û herwiha seehildana Eliyê Ûnis û hevalên wî, serhildana Cemîle Çeto û hwd. hene. Ya rastî gelek tişt guheriye lêbelê bêbextî û neyartî hîn jî weke berê didome. Helbet ne ji bo ku dilê me bi neyartî tije bibe ji bo ku em dîroka xwe nas bikin û hay ji dîroka xwe hebin divê em vê pirtûkê bixwînin. Ne edetê min e ez hevokên şerxwexiyê bibêjim lê belê bivê nevê ew gotina pêşiya ya qedîm tê ser zimanê min: Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan.
Di hin ciyan de dê mêjiyê we bitevize ewqas ku kirinên hovîtî û dûrî mirovatiyê tê de hene. Şewitandina zarokan, şewitandina pîrekan, destdirêjiya pîrekan, dest û pî girêdayî avêtina nav ava keliyayî...
Ew tiştên ku di wextê de anîne serê Kurdên ku nekarîbûne xwe biparêzin gelek caran Hîtler anî bîra min.
Tiştekî din ku bala min kişand Kurdan tu carî dest ji axa xwe bernedane û tu carî ji şer nereviyane.
Dixwazim bi gotineke Hz. Elî dawî li vê nivîsê bînim:
"Tu carî li ber neheqiyê serî xwar nekin lewra hûnê tevî heqê xwe şerefa xwe jî wenda bikin."