Perto were guh de vê nesîhet
Emma ji dil û ji can bi diqqet
Da çend xeberek ji bo te bêjim
Lel û gewher û durran birêjim
Belke ji te ra bibîte zadek
Teşbîhî Xizir delîlî carek
Hişyarî be carekê ji xeflet
Bîdarı bibe ji xabê siqlet
Xeyrî dilber hemî 'alem çi cemadat e li min
Ger bidet şu'le bi çu ale cemala te li min
Def û mux'nî û newa nayê kemala te li min
Tu Zîna meclis û suhbet bi xeyala te li min
Şu'leya şemsê tecella digirînit qemerê
Perto Begê Hekkarî
Cîla û seyqela qelban cemal e
Sefabexşê dilan bejna şepal e
Heram e ev bê bezma hebîban
Digel wan badeya safî helal e
Çi lê kim mescid û mihrab û minber
Ji bo te qible ebrûyên hîlal e
Çûye seyra gulşena gulçehreya gulpîrehen
Têk muzeyyen kirne bax û baxçe û deşt û çemen
Meyxwor û meynoş û mest e xafil e ew sîmten
Nîne qet ageh ji halê bilbilê dûrî weten
Ma di hîcran û fîraqê 'aşiqê malik xirab
Perto Begê Hekkarî
Jêrenot:
Gulpîrehen: kirasê gulgulî
Muzeyyen: xemilandî
Sîmten: laşspî wekî sîm(zîv)