Lê di Ebexê da jî tabetî nedane êzdîyan, evê yekê jî Mehmed Xurşîd- efendî piştrast dike, dema di derbarê qeza Ebexê da dini- vîse. Ew dibêje, ku eşîrên kurdan li êzdîyan zordarî dikirin, ji bo ku di gundên wan da bi cî bibin, ji ber ku mêrg û zozanên wan deveran ji bo çêrandina kerî-sûrîyên pêz pir baş û bi kêr bûn. Hem jî meriv dikare ji gotinên wî tê bigihîje, ku eşîrên hatî dest didan ser mal û hebûna êzdîyan. Dibe ku ji ber wê sedemê jî şer di navbera begê kurd Bedir-xan û malbata Çoban-axê da derket, lê revandina keça axê êzdîyan bibû sedem. Ew şera di nav kurdên Serhedê da wek "şerê ser Zerîf-xatûnê” tê zanîn. Êzdî heya naha jî hûrgilîyên wî şerî bi bîr tînin. 31
Wek ku tê gotin, begê kurd Bedir-xan32 xwastye Zerîf-xatûna keça serekeşîrê Kok-axê, lawê Çoban- axê³³, birevîne, û hîvîyê bû, ku demeke baş çêbibe. Ev bûyer bi t'exmîn di destpêka sedsala XIX da pêk hatine. 34 Carekê ew axê êzdîyan vedixwîne şayîya lawê xwe. Serokê êzdîyan vexwendina wî dipejirîne û di dema kifşkirî da diçe dawetê. Malxwê malê ji axayê êzdî ra hurmetê dike,wî dibe li rex xwe li dora sifrê dide rûniştandin. Begê fêlbaz bi dizîkava emirî ser xulamê xwe dike, ku ew tizbîyên axê êzdîyan bidize û here mala wî pey Zerîf-xatûnê. Eger bibe, û Zerîf-xatûn nexwaze bê, wê demê xulamê tizbîyên bavê nîşanî wê bike, ku ew raê bavê wê ye.
Wisa jî dibe, Zerîf-xatûn di destpêkê da naxwaze bi xulêm ra here, lê, dema tizbîyên bavê dibîne, bawer dike û qayîl dibe. Êvarê şayî êdî di qamê xwe da bûye, û, wek ku hêjayî şayîya kurdî ye, ji dûr va dengê zurnê û girmegirma dihola kurdî tê, ên ku êdî çend roj bûn, ku lê didan. Keç û xortên kurdan destê hev girtibûn, govendek a mezin girtibûn û ketibûn dîlanê. Ji nişkêva Zerîf- xatûna kaw wergirtî di nav wan da tê xuyanê. Dema bav keça xwe di govendê da dibîne,