Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Psychology Kurdî

Psychology KurdîPsychology Kurdî - Sayı 6 dergisi
Dergi
9.5/10
2 Kişi
10
Okunma
21
Beğeni
830
Görüntülenme

Psychology Kurdî Gönderileri

Psychology Kurdî kitaplarını, Psychology Kurdî sözleri ve alıntılarını, Psychology Kurdî yazarlarını, Psychology Kurdî yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Di warê psîkanalîtîkê de koça pêşîn, koça ji dayîkê ye. Dayik welatê mak e, ax e yanî parzemîn e, ziman e yanî zimanê dayîkê ye.
Tirk jî kurdê ji koma derxweyî, dema xwe ji koma xwe dişo û xwe bi tirkan re yek dibîne û cilê tirkbûnê li xwe dike êdî ji koma xwe dihesibînin û ji ber vê yekê wî xelat dikin.
Sayfa 83 - AvestaKitabı okudu
Reklam
Tirk, hemû termên neyînî li kurdan bar dikin û kurdên ku êdî nema dikarin di bin vî barî de bimînin, xwe ji kurdayetiyê dişon û bi tirkan re xwewekdîtinê pêk tînin.
Sayfa 83 - AvestaKitabı okudu
Ji ber ku kurd, ji aliyê dewletê û tirkan ve tên piçûkxistin, çewisandin, darizandin û bi awayekî domdar zilm li wan tê kirin êdî gumanan ji nasnameya xwe ga kurdî dikin, dikin ku ji nasnameya xwe şerm bikin, xwe piçûk bibînin ango aloziya xwekêmdîtinê bi wan re dide der.
Sayfa 83 - AvestaKitabı okudu
Ji ber ku dewleta xwe li ser axa gelên din ava kirine, hewcedariya parastinê dibînin li hemberî neyarên navîn.
Sayfa 82 - AvestaKitabı okudu
Tirk li hemberî komên derxweyî ango yên tirkbûn nepejirandî bi hesteke komî tevdigerin û wan diçewisînin.
Sayfa 82 - AvestaKitabı okudu
Reklam
Pêşîlêgirtina nexweşiyên derûnî pêşaniyeke tendirustiya gel e.
Sayfa 77 - AvestaKitabı okudu
Înterseks cureyekî zindiyan e. Çeşîtdariyek e. Ev cure li nav hemû zindiyan heye; ajal, giya. Mê hene, nêr hene û înterseks hene. Niha tiştên ku em zanin 16 cureyên înterseksê hene û dibe ku hîn jî zêde bibin. Em xwe ji jinbûn û mêrbûnê wêdetir wek cureyekî serbixwe pênase dikin. Li ser rûyê erdê gelek zindiyên ku ji aliyê biyolojîk tên naskirin di xwezaya xwe de înterseks in. Mînak şeytanok ajalekî înterseks e, petat giyayekî înterseks e, di nav masiyan, pisîk û kuçikan de jî yên înterseks hene. Lê ev zayenda biyolojîk wekî mê û nêr bi awayekî xwezayî nayê qebûlkirin. Tesnîfeke du alî çêkirine; jin û mêr. Dixwazin hemû mirovan, zindiyan têxin vê kategoriya teng lê ev wisa nabe. Ev pergal dişibe pergala Nazîstan û tiştên ku bi destên bijîşkan tên kirin komkujiyek e. Zanista tibê înterseksan bi anormaliyê û nexweşiyê bi nav dike û hîn ji biçûkanî, bêyî destûra înterseksan, zayendekê dipejirîne û midaxeleyî laşên wan û hebûna wan dike, wan tune dike. Ez vê yekê wekî komkujiyê bi nav dikim. Înterseks bi destê bijîşk, derûnnas, psîkiyatrist û malbatan tên tunekirin. Ev înterseksên ku êrîşên bijişkî (ez ameliyatan wisa bi nav dikim) li laşê wan hatiye kirin heta dawiya emrê xwe bi êş û ji nasnameya xwe dûr bi maskeyan dijîn. Dibe ku bijîşk bi armanceke baş û dilekî safî tevlî vî karî dibin lê ez eşkere dibêjim ev zanebûn ji xeynî êş û xisarê tiştekî din nade me. Em bi xwezaya xwe û bi laşê xwe yê xwezayî kêfxweş bin.
Sayfa 66 - AvestaKitabı okudu
Divê em bizanibin ku dîtina dîmeneke bidehşet a rasteqîn bi qasî ku me şok dike di heman demê de me dide şermê jî.
Sayfa 51 - AvestaKitabı okudu
Kesek dikare ancax xwe hîs bike û bi riya xwe îmaja yekî din (xerîb) ava bike.
Sayfa 48 - AvestaKitabı okudu
Reklam
Di warê psîkanalîtîkê de koça pêşîn, koça ji dayîkê ye. Dayik welatê mak e, ax e yanî parzemîn e, ziman e yanî zimanê dayîkê ye.
Sayfa 45 - AvestaKitabı okudu
Berî her tiştî gava kesek welatê xwe yê ku lê hatiye dinyayê û mezin bûye yan jî demeke dirêj lê jiyaye û hîn bûye, xwarin, mûzîk, bîranînên welatê xwe, kevneşopiyên ku li aliyên rih ve hatine pejirandin, qalibên tevgerên ku lêpirsîna wan çênabe û tevna civakî, tevna têkiliyên ku bi salan girêk girêk honaye, hezkiriyên xwe heta hinek caran zimanê xwe diterikîne û koçberî welatekî din dibe, rûdana stresê û hinek guherînên derûn-civakî gelekî misoger e.
Sayfa 40 - AvestaKitabı okudu
Çîrokên bi dawî nebin, nivîsandina wan tim bertekan e. Xwendina çîrokeke ku bi dawî dibe, herçiqasî çîroka wê bi êş be jî, hîsa hevgirtin û temambûnê dide, ji destpeken nû re, serkeftinan re, ji jiyaneke nû re derî vedike. Lê çîrokên ku dawî li wan nayê, ji çîrokên nû re cih nahêlin.
Sayfa 37 - AvestaKitabı okudu
Vamik Volkan
Şîngirêdan, ne tenê bersiva li hemberî mirinê ye. Şîngirêdan li hemberî wendakirin yan jî guhertinekê bersiveke derûnî ye. Û ji bo lihevkirina cîhana me ya hundirîn û ya derve pêkanîna peymanekê ye.
Sayfa 37 - AvestaKitabı okudu
134 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.