Erê welato, min ê navê te li ser berfa çiyayekî xêz bikira. Wisa ji her kesî dûr. Û min ê di tenêtiya te de xwe winda bikira. De kes me nebîne. Bila em her û her winda bin di nav pelên dîrokê de. Bila kes kulilkan daneyne ser gora me. Bila gora me jî tune be. Em bê gor bin, bê war, bê ax. Û axxx û çi ax. û va ye her der berf e. Her der spî ye. Tu xuya naki. Ez xuya nakim. Em wenda ne. Ne kes me dibîne ne jî em tu kesî...