Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Sadık Varlı

Sadık VarlıBezbeytık û Gewro yazarı
Yazar
10.0/10
3 Kişi
5
Okunma
0
Beğeni
296
Görüntülenme

Sadık Varlı Sözleri ve Alıntıları

Sadık Varlı sözleri ve alıntılarını, Sadık Varlı kitap alıntılarını, Sadık Varlı en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Beytika dayîk mirov nîşanî çêlikên xwe dan û ji wan re got : " Çêlikên minên delal , ez ji we pir hez dikim , naxwazim zirarek bigihîje we . Ji ber vê yekê bi baldarî li min guhdar bikin . Ew ên li ser erdê wa ku hûn dibînin ji wan re mirov dibêjin . Ew jî wek me xwedi du piyan in lê bêbask in . Li hem berî me bêbext in . Ji bîr nekin ew dijminên me ne . Dema me bibînin xwe xwarê erdê dikin , keviran hildidin û davêjin me . Haya we bi we hebe dema wan xwe xwarê erdê kir bi lez û bez ji wir bifirin da ku kevirê wan ji we negire . " Hemû çêlikan gotin " Baş e dayê ser çavan . " Lê Bazbeytikê ku ew jî çêlik bû ji da yîka xwe pirsî : " Dayê gotinên te pir baş û rast in . Dema mirovan ji bo keviran xwe xwarê erdê kirin em ê ji wir dûr kevin . Lê heke ku di berê de kevir xistibin berîka xwe û dema çav bi me ketin kevir ji berîka xwe derxistin avêtin me divê em çi bikin ? " Li ser vê pirsê dayîkê got : " Bi Xwedê tu ji min aqiltir î , tu yê ji min baştir çarenûsekê bibînî . " Dayikê bi kêfxweşî û serbilindî ev çîrok ji hemû hevalên xwe re gotibû . Hemûyan xwe ziya xwe bi dayikê anîbûn û gotibûn xwazika çelikeke me ya wiha bi aqil hebûya . Çûka temen bilind ; " Em bi Bazbeytikê serbilind in . Ew aqil menda me ye . Ne tenê di nav me beytikan de di nava hemû firindeyan de yeke bi vî rengî biaqil derneketiyê . Ez hêvî dikim ji vir şûn de hejmara çêlikên wek Bazbeytikê pir zêde be . Heke wiha bibe biwêja ' mêjîçûk ' ku em pê tên biçûk - kirin dê bêwate bimîne . "
Reklam
Çawa nakokî , şer û pevçûn di navbera mirovan de rû didan, di nava wan de jî rû didan . Pevçûn û şerên ku rû didan jî bi sînor bûn , nedişibiyan wek yên mirovan . Lewre ew wekî mirovan xwedî hêzeke pir zêde û bêsinor nebûn . Wan nikaribû wekî mirovan şerê cîhanê derxistana û di carekê de bi milyonan heywan tunebikirana . Ew xwedi çekên nukleerî û kîmyewî nebûn ku li hemû cîhanê çavsoriyê bikin û gef li pergala ekolo jiyê bixwin . Hemû heywan , li serê çiyan, di nav çolan û di nav daristanan de di nav jiyaneke sirûştî de dijiyan. Jiyana wan ne yek bi yek ne weki ya mirovan bû , lê di gelek aliyan de dişibiya ya mirovan.
Kesên ji çareserkirina pirsgirêkan dûr diman pir bûn .